Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyekî telefonî da pîrozbahiyê li Serokomarê nû yê Iraqê Dr. Fûad Mehsûm kir.
Doh roja pênçşem 24.07.2014 li peywendiyekî telefonî de Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina wî ya wekî Serok Komarê nû yê Iraqê pîrozbahiyê li Dr. Fuad Me’sûm kir û li erk û karên wî de hêviya serkeftinê jê re xwest.
Namzedê Kurdan Fûad Mehsûm doh bi piraniya 211 dengan, ji aliyê Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî ve wek serokomarê nû yê Iraqê hat ragihandin û piştî hilbijartina wî bo serokomarê Iraqê ji aliyê parlamantoyê ve, Dr. Fûad Mehsûm sûnda yasayî xwar.