
Di çarçewa danûstandinên bi rêxistinên partiyê re ji bo nirxandina karê hevalan li hemû herêman.
Di dîroka 15 / 9 / 2023an de civîna komîtên herêmî ji hemû rêxistinên partiyê re li Cizîr û Kobaniyê hat li darxistin.
Di civînê de endamên nivîsgeha rêzanî , komîta navendî , desteya şêwirdariyê ya komîta navendî , çavdêriya partîzanî û desteya şêwirdariyê ya jinê beşdar bûn.
Di civînê de Du bazne hatin gotûbêj kirin
1- Rewşa rêzanî û astengiyên qeyrana Sûrî û pirsgirêkên wê û tekez kirin ku ji bilî çareseriya siyasî tu rê tu altrnatîv ji çareserkirina vê qeyranê re tune ne , û di vê çarçewê de divê tevgera rêzanî ya kurdî lêvegerekê ji helwest û siyasetên xwe re bike da ku karibe xewn û hêviyên gelê me pêk bîne û ev armanca tenê bi parastina biryara rêzanî ya kurdî ya serbixwe wê pêk were.
2- Rewşa rêxistinî hate gotûbêj kirin û hejmar xuya bû ji nûnerên herêman û amedenebûna/4/nûneran bi sedemên rewa. Hevalan bi giyanekî berpirsiyarî hemû xalên girêdayî bi qeyrana partiyê ya hundirîn gotûbêj kirin , herwiha tekez kirin ku divê bi bawerî kar were kirin ji bo derbasbûna vê qeyranê û bi taybetî ji ber ku kêmasî di rewşa rêxistinî de nebûye ku bandorê li çalakiyên hevalan û karê partiyê bike.
Di dawiya civînê de hevalan tekez kirin ku hin pêşinyaran ji komîta navendî re hildin da ku di nêziktirîn dem de werin gotûbêj û çareserkirin da ku astengiyên li pêşiya partiyê werin derbas kirin.
Hevalan soz dan ku di hemû astan de kar bikin li gor ciyê partiyê li ser herdu astên niştimanî sûrî bi giştî û li ser asta kurdî bi taybetî li gor pirensîbên ku bawerî pê hatine kirin û pêdagirî bi siyasetên partiyê yên niştimanî û netewî û pabendbûn bi rewabûna partîzanî û biryarên wê li gor rêveçûna xebatkarî ya partiya me.
Nivîsgeha Ragihandinê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
موقع الديمقراطي Malpera Dîmoqratî
