Şerê pisîxolojîk : Ehmed Qasim

Share Button

Li kêlek êrişên leşkerê Turkiya û alîgirên wê ji rikberî ya çekdar ya Sûrî şerekî pisîxolojîk dest pê kir ji hêla çapemenîya desthilatdarî ya Turkî de. Ev şer bi hawakî gelekî pispor şerê li dijî Efrînê dişopînê.
Li kêlek wêrankirina Efrînê û kuştinê xelkê kurd li wê herêmê şerê derûnî ya pisîxolojîk di riya girtina vîdyo yan re tête weşandin.. Ewjî bi şêweyin cûr bi cûr têne rakişandin, çi bi oldarên kurd re, û her wehajî bi hinek ronakbîr û sîyasetmedarên kurd re jî bi zimanê kurdî. Da ku bidne xuyakirinê ji xelkê kurd re, ku miletê kurd bi zoerbeyî xwe bi vê êrişê rane.
xûyaye ku ev şerê pisîxolojîk şopa xwe rast kirîye di nav civaka kurdî de, ku bi sedan gilî û rexne ( çi bi nivîsandin û çi jî bi bexşên rasteqîne yê fîsbokî ) li xelkê kurd li bakurî kurdistanê tête kirin, û nîşan didin wekî ku kurdên bakur bi zorbeyî xwe bi êrişa Turkîya rene li ser Efrînê. ev yek li dûrî rastîyê ye.
Tevayî partîyên kurdistana bakur li dijî vî şerî radwestin, li gel civaka gelê kurd jî.. lê tiştê ku alîkare bi şerê pisîxolojîk ya Turkî re, fermana serk komare ku biryare her yek bibe cîyê lêpirsînê ewên li dijî vî şerî radwestin. loma jî tevgereke berçav û komelgehî yan xwepêşandan naye rû. lê rastîya civaka xelkê kurd li bakurî kurdistan li dijî vî şerîne.
Tenê tiştê ku dihêle ev şerê pisîxolojîk li dijî rastîya civaka kurdî riya xwe bibîne, heta îro raghandinên kurdî rolekî berçav û bi bandor nelîstî ye. û li hêleke din jî, perçebûna tevgera kurdî jî alîkare bi bandora vî şerê taybet ya Turkî re. Xelk wusa dibêje: Eger PYD bihane ji Turkan re peyda nekira, Turkan bi hesanî nedkaribû dest bi vê êrişê bikira! di rastîyê de, axaftinên berpirsên ENKS jî bi wî alî de dajon û Turk bi gelekî jê Sûdmendin di vî şerê taybet de. lê li hêlekêjî piranîya kurdên bakur ewjî gazinan ji perçebûna tevgera kurdî dikin û dibêjin: eger kurd li ser hevbana, Turkan dest bi vî şerî nedkir.
Her wiha jî, Turkîya di şerê xweyî taybet de, tekez li ser yek babetê dikê, ku ev şer bi armanca nehîştina terorê ye li başûrî Turkî ya bê ku tu êşê bighîne xelkê kurd li wan deran, û tekez dike ku PYD baskê PKK ya terorîste li gor nêrînên Turkan ku şerekî mayîn û nemanê di navbera wan û Turkan de heye… Ew xwe pêşandanên ku li hindir û dervayî welat jî rû didin bi durişm û siloganên PYD ya idyolocîk û hevrêz bi yên PKK re jî dibine nimûne ji Turkan re ku PYD bi PKK ve girê didin li gel raghandinên ENKS jî ku bi wî alî de dajo.
Bi kurtî, heta roja îro şerê Turkan ya taybet şopa xwe di nava civaka Turkî de bi şêwakî tevayî cî bi cî kirîye, bi gumana min di nav civaka navdewletî dejî bi serketî ye ji ber nebûna peyva kurdî ya hevgirtî û bergirî li wî şerî bi şêwakî pisporî.. yanê tiştên ku di raghandina kurdî de têne weşandin ewjî alîkare bi şerê Turkîya re (ye taybet re) û tevlî raghandinên PYD jî bi wî alî de tê ajotin, ji ber ne raghandinekî di bin çavdêrîya armanckderan de ye.
Bi min ew raghandina “ Emê lêxin, û bikujîn, û efrînê bikne goristan ji Turkan re, û ev şer dawîye ji Turkan re ….. yanî, siloganên navtêdan û mêranî û serkeftin, û Efrînê dikine goristan ji Turkan re, û Turk dijminê dîrokî ye ji kurdan re… bê ku tekezê li ser bêgunehîya kurdan bikin, eger carna tê jî, bi şêwakî têveçandine di nava peyvan re derbas dibe… her wusa li kurdistana başûr jî wusabû raghandin, û li ser zimanê serok Berzanî, dema ku digot: pêwendîyên me û hikometa îraqê tenê wek du cîranên dost em bi nav dikin, û guftogo bi Îraqê re piştî giştpirsînê wê li ser sînor be, yanî raghandina dewleta serbixwe bû….
Pêwîste kurd li xwe û li sîyaseta raghandinê veger û şêwirmendên pispor di raghandinê de ji bo xwe peyda bikin.. û zanbin ew li hember dewletekêne ku 1000 sal temen standîye di rêveberîya dewletê de.. her wehajî, yekrêzîya kurdan dermanê berxwedan û serketinê ye.. ne silogan û nejî navtêdan û nejî xwepêşdan… tenê yekrêzî û siyaseta xweragir û raghandineke bi pîvan pêngava serketinê ye.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 639 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (639) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : من المعلوم ...