Di 25.12.2015 a de hejmarek ji hevalên rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê, ku ji endamê nivîsgeha rêzanî birêz Selmanê Heso û birêzan Mecîdê Mihemed, Darayê Necêr, Mihemedê Hacî Mûsa, Hemzeyê Cengo, Asimê Hac Mûsa û Mistefayê Tewfîq pêk hatibû, serdana rewşenbîr û rêzanvan û bîrmendê(Elmufekir) Kurd birêz Ebdil îlahê Ibrahîmê paşayê Milî li bajarê Kölnê kirin.
Piştî pêşwaziya germ, birêz Selmanê Heso li ser biryarên kongirê çarda yên partiya me axivî, û amace pêkir ku lidarxistin û biryarên vî kongirê li cem miletê Kurd û hemû rêxistin û partiyan û li cem gelek dewletên herêmê û cîhanê giring bû, ji lewra em ê jî hewil bidin ku van biryaran Ji aliyê xwe ve birêz Ebid Elîlah lidarxistina kongirê çarda yê partiya me pîroz kir, û bi tevayî hinek nerînên xwe derbirî û got, ku bi siyasetê tenê mirov nikare bighêje her tiştî, ji lewra pêdiviye miletê Kurd siyasetê li gel karê ramyarî bike, ji ber ku Kurd xwedî kelepûr û çandeke taybet û dewlemend e, û di dîrokê de hatiye tekezkirin, ku dewlet têtin guhertin, lê welat (Stan) û war û cihê mirov timî dimîne.
Di dawiya vê hevdîtinê de birêz Ebid Elîlah li ser vê serdana taybet sipasiya hevalan kir, û hevalan jî hêviya tendirustiyeke baş jêre xwestin.
Rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê
26.12.2015