Di 25.12.2015 a de hevalên rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê serdana birpirsê Komkarê û endamê serkirde di partiya sosyalistê Kurdistanê de birêz Bekir Topgider li bajarê Kölnê kirin.
Di vê serdanê de rêzdar Bekir pêşwaziyeke germ li endamê nivîsgeha rêzanî ya partiya me rêzdar Selmanê Heso û heval Hemzeyê Cengo, Darayê Necêr û Mistefayê Tewfîq kir.
Birêz Selma li ser giringiya lidarxistina kongirê çarda yê partiya me axivî, û ji aliyê xwe ve birêz Bekir serkeftin ji karê partiya me re xwest û bi tevayî li ser pêwendiyên di nav herdû partiyên bira de ( PSK Û Pêşverû) axivî.
Rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê
25.12.2015