Li gora xeberên hin çapemenîyên Amerîkayê, Zerduştîyên ku her ku diçe hejmara wan kêmtir dibe, li Amerîka, li Evanstona nêzîkî bajarê Şîkagoyê dixwazin xwe li ser lingan bihêlin û xwe biparêzin. Dînê Zerduştî di sedsala heftem (7.) de ji alî zordestîya îslama Erebî ve hat parçekirin û Zerduştî li gellek welatên dinyayê koçber bûn.
Li gor tê gotin niha halîhazir tenê li Evanstona Amerîkayê „Perestgeha Zerduşt“ heye û ev perestgeh ji Zeduştîyên dinyayê re dive wek navendekê. Tê gotin ku li seranserê cîhanê hejmara Zerduştîyan di navbera 20-50 hezarî de ye. Li Amerîkayê 11 hezar, li Kanadayê 6, li Brîtanyayê 5, li Avistralyayê 3 û li welatên din jî texmînen 6 hezar Zerduştî dijîn. Dîroka Zerduştîyê zêdeyî 3 hezar salî ye û Zerduşt Pêxember bi xwe Kurd e.
Welhasilî kelam, ji berê de gotine „hinek dikin û hinek dixwin“ bavê min! Kurdistan dergûşa şaristanîya cîhanê ye, heyvanê insanetîyê ye, lê mixabin Kurd bi xwe ji vê şaristanîyê bêpar hatiye hiştin. De dinya wilo namîne loo…Xwedê Kerîm û Rehîm e, helbet wê rojekê çerxa dinyayê berê xwe bide Kurdan jî..De a bi xêr…
ji lotikxane