Dibêjin :
rojekê paşakek Ji paşayên kurdan diçê bazara tilûran li nava bajêr , her yek ji tilûrfiroşan bang dike:
dîk bi du wereqa û yê dî bang dikê:mirîşk bi sê wereqa û yê siyan bang dide :elok bi pênc wereqa .
Paşa beramber xwediyê kewan rawesta û got :
Ev kewê te bi çend wereqaye..???
Xwediyê kew lê vegerand û got:
Ez benî : ev kewa gozel temenê wî ((100))sed wereqeye!!!!!???
Paşa matmaî ma û got:
Çima kewê te weha Bihaya..??
Xwediyê kew got:
Kewê min kewa (gozele)!!!ez bi wî nêçîra kewan dikim..!!
Pşa got : çawe nêçîrê bi wî dikê???
Got :
Ez kewê xwe yê gozel dibin çolê , kewê xwe dikim Rekiha wî de û davka li hawîr dorê wî dikim erdê de , kewa gozel dest bi xwendina xwe dike.
Kewê çolê xwe li dengê qeb qeba wî digirin, lê Mixabin têne xapandin û LINGÊ wan dikeve davkan de û dibine nêçîrek bedew û bi nirx û bi sûd , Ji ber wilo kewê min buhaya paşayê min!!!!
Paşa nemerdî nekir û dest avête kew û serê wî jêkir û avêta Ji xwediyê wî re û ((200))du sed wereqe jî dane wî….??!!
Mixabin:
Gelek kes hebûn û hene di dîroka Kurdî de wek kewê gozel (xiyanet)li miletê xwe kirne , ji bo çend bercewendiyên xwe yê pûç û kessyetî , yan jî çend
Dirava qizinc bikê , û gelek ji rêberê kurdan hene bi siyasatên xwe yê şaş û çewt xiyanetê li miletê xwe dikin û rola wan Rêber û siyaset medarên me wek rola kewê(gozel)û xiyaneta wî li qewmê wî , û gelek Ji serkirdê kurdan hene bi kar û xebata xwe ya rojane armanc û daxwazên dijminê kurd bi kar tînin .
Di dawî dixwazim persekê bikim:
-gelo çend kurd wek kewê gozel xiyanet li miletê xwe kirne..????
Deutschland:
16 /5 / 2020