Di (15.8.2016)an de, şanda Partiya me ya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya beşdarî di merasîma sersaxiya rehmetî (Hemza Axayê Xanîzade), pismamê berêzan (Selahedîn Muhtedî û Ebdulah Muhtedî) kir, li Baregehê Mekteba Siyasî ya Komela Şoreşgêrî Zehmetkêşanî Kurdistanî Îran li Silêmaniyê, Şanda Partiya me pêkhatibû ji Mamoste Ebdulhaemîd Derwîş (Sekretêrê Partiya me), û Kak Elî Şemdîn (Endamê Mekteba Siyasî).
Eve Deqa Birûska Mamoste Ebdulhaemîd Derwîş bi vê boneyê:
Birayê Berêz: Selahedînê Muhtedî
Silav û Rêz
Bi dilekî xemgîn me nûçeya koçbarkirina bi rehmet bê (Hemza Axayê Xanîzade) bi hîst, û bi vê boneyê ez bi navê xwe û navê hevalên xwe yên PDPKS sersaxiyê ji cenabê were û ji Malbata we re di xwazim, bi taybet: Kak Ebdule û kak Mihemed.
Buhişta berîn ji bo rehmetî kak (Hemza Axayê Xanîzade).
Serê we jî her sax û selamet bê
Silêmaniyê 14.8.2016
EBDULHEMÎD DERWÎŞ
Sekretêrê Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya