Di 30.10.2016 şandek ji rêxistina pêşverû li almaniya beşdarî bîranîna salvegera yekemîn ya koçbarkirina dawî ya xebatkar û tekoşerê nemir Fehmî Demir sekreterê giştî yê partiya HAK-PAR li turkiya bûn .
Di rê û rismê ahingê de heval Birûsk Necar endamê komîta navendî ya partiya me gotinek di bîranînê de pêşkêş kir , di gotina xwe de Necar keseyatiya nemir Demir bilind nerxand û her weha bîr û baweriyên nemir Demîr yên netewî û dîmoqratîk anî ziman û tekez kir ku koçbarkirina kesayetek mîna Demir têkçûnek mezin ji tevgra netewî kurd re ne tenê li bakurê Kurdistanê lê belê li tevaya Kurdistanê.
Hêjaye gotinê ku xebatkar Fehmî Demir di buyerek ya tiraîkê de di 01.11.2015 li ser riya Mersînê jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina Almaniya ya Partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûriya
30.10.2016