Êvara 29-9-2013 li bajarê Qamişlo şanda “Pena kurd” ya ku hatiye rojavayê kurdistanê serdana baregeha Partiya Dimoqratî peşverû Kurd li Sûrya kir , ew şand pêkhatibû ji Şexmûs Sefer serokê PEN A kurd, Bêrîvan Doskî Cîgera Serokê PEN e, Omer Fidan : Endamê PEN ê û Edîtorê Kovara ( W ) li Amedê, Kone reş :nûnerê Pen ê li Rojava.
şand hat pêşwazîkirin ji alyê herdû Endamê Biroya Siyasî ya Partya pêşverû Selman Heso , û Dr. Ehmed Berekat.
piştî bixûr hatinek germ Mamusta Şêxmûs hin ronahî da ser karê PEN a kurd ya ku endamên wê li herçar perçê kurdistanê hene û hewldan dike ku nivîskarên kurd bên nav rêza PENê ya ku dixwaze ji bercewendya miletê kurd rolek berbiçav bike.
Selman Heso jî axivî li ser rewşa rojava û rola nivîskar û rewşenbîra yê wek Celadet û Cegerxwîn û Qedrîcan yê ku bingehek xurt ji kultûra kurdî û ziman û ruhê kurdayetî danîn ku hebûna kurd li rojava parastin . îro jî kurd ji ber vê yekê cihekî giring digrin li bûyerên ku niha li Sûrya dibin . .