Nûbihara ku ev şeş sal e salnameya Kurdî diweşîne, îsal jî salnameya xwe derxist û gihande xwendevanên xwe.
Agahiyên curbecur evê salnameyê dixemilînin.
Agahiyên dînî, agahiyên di derbarê navdarên Kurd de, navdarên cîhanê, dîroka Kurdistanê, edebiyata cîhanê, bûyerên muhîm yên cîhanê, pêkenokên Kurdî, xeberojkên demsalê, ji kaniya edebiyata Kurdî helbestên klasîk, naveroka salnameyê dewlemend kirine.
Di rûyê pêş de jî gotinên xweş yên navdar û pêşiyan, di dîrokê de wê rojê çi qewimiye û wextên nimêjê yên bajarên Kurdan cih girtiye. Û herweha wextên nimêjê yên Hewlêr, Mehabad û Qamişlo jî wekî parr di salnameyê de cihê xwe girtine.
Qartonên ku îsal bi salnameyê re têne dayin jî balkêş in. Pênc qarton hatina amadekirin. Selaheddîn Eyûbî û pereyê ku li Farqînê derb kiriye, resmê Şêx Seîd, resmê Bedîuzzeman, resmê edebiyatvanên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî û Seyid Eliyê Findikî û ji herema Hawraman kalek û xwendina Qur’anê li ser van qartonan hatine çapkirin.