Salihê Heydo û Semînara wî li Girêdêra Rêxistina Girkêlegê ya (PDPKS) ê

Share Button

1420431_667041343356969_561702306_nşaxê Kêşikê (herêma Aliyan), li gundê Girêdêra di 14/4/2014an de semînarek li darxist bi navê:(Razên nehînî di folklorê kurdî de) Piştî bixêrhatin ji kesên amade re,û seknandinê xuleyek bêdeng li ser canê pakrewanên azadiyê , danasîn hate kirin ji xwediyê semînarê re,helbestvan û lêkolîner di folklorê kurdî de (SALIHÊ HEYDO) ,ji aliyê hevala me ve Refîda seyid Mehmûd,ew rawestiye li ser jiyana wî û berhem û xelatên ku wergirtine,yek ji wan:

xelata mekteba siyasî ya partiya me. Heydo dest bi semînara xwe kir bi danasîna floklor û wateya wê di zimanê kurdî de,û sekinî li ser folklorê kurdî bi taybetî stranên floklorî û girêdana wan bi dîroka kurdî ve di warê netewî,civakî û evînî de û geleg nimûne şirovekirin. Yên netewî: – Evdal Xan Elbedlîsî,hay hay Memo,ez Xelefim,Guldêranê . Yên civakî û evînî: Şamîranê,ha di golê de,kanîka di hewşa me de,Mamanê,çi gol e li ber beleka

.- Heydo sekinî û diyar kir giringî û teybetmendiya stranên lîstikê zarokan û jîrbûna zarokên kurdan hatiye diyarkirin di gotinên ku dihatin bikaranîn di stranê lîstikên wan de,di vî alî de ev nimûne hatin şirovekirin: Hêrizê,hokê mokê,pîrê pilindir,hatin hatin,qurniso,tilî tilî,apê mela,pîşa xalo .- Di dawî de gurzek helbest hatine pêşkêş kirin,wek ji Heydo hat xwestin û gelek bi wî re kêfxweş bûn.

    15/4/2014 – dimoqrati

10268557_212437435633598_7235347360971058624_n

10269406_212437482300260_2455580702261897524_n

10171131_212437638966911_6105180777616350687_n

1010693_212437598966915_8027805457837538713_n

 10259823_212437562300252_3176753508126613415_n

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 639 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (639) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : من المعلوم ...