Ciwanekî lewendim
Bengin û behremendim
Pir hizdkim ji sazan
Ji sirûd û awazan
Êvarî ber hingûrê
Radihêjim tembûrê
Berî didim nav baxan
Diçim seyran û zaxan
Seyran hingî çi xweşe
Xweza pêre gulgeşe
Bi xwezayê re yarim
Li bilbilan guhdarim
Ez ȗ wana dibin yek
Dikin şahi ȗ henek
Komek sazȇ ҫê dikin
Navê jînê lê dikin
Dibin dengbȇj ȗ sazbend
Digrin dîlan ȗ govend
Temburamin temȗze
Kodik ji darȇ gwîze
Perdȇ wȇ bîst ȗ ҫarin
Amadene li Karin
Do, rȇ, mi. fa ȗ solin
Bi nişan ȗ pîmolin
La ȗ si ȗ do hene
Hemî di ser hevrene
Pir durist ȗ bi keşixin
Her awazi derdixin
Sîm ȗ tȇlȇ wȇ şeşin
dengȇ wana ҫi xweşin
dema tînim dozanȇ
ji bo qeydê lȇ danȇ
Bi tilya pȇ dilȋzim
Ҫi dengȇ xweş dibhizim
Guhȇ mero fȇr dibe
Canȇ mero tȇr dibe
Dikim xumxwum û zingîn
Ji wan awayê rengîn
Hin nûne hin dêrînin
Xweşin dila d hilînin
Hezkiryê folkilorim
Têd zîrek û pisporim
Sirûdên xweş dibêjim
Cewherê wan dirêjim
Da kêfa min bi çîbe
Destpêkê EY REQȊBE
Şax û çuqlî û kulîlk
Bilbil û çûk û çivîk
Guhdarîne bi şadî
Dibên bijî azadî
Ewjî azadî xwazin
Lew bi deng û awazin
12 – 9 – 2016