SALIHÊ HEYDO DÎWANA XWE YA 6’AN LI HOLA CEGERXWÎN LI HESEKÊ ÎMZEKIR

Share Button

13161251_979295232160566_1507919397_o

Dîmoqratî: Hesekê – 6 Gulanê 2016

Îro di 6 / 5 / 2016 roja Înê li hola ( Cegerxwîn) ya rêxistina Hesekê ya partiya dîmoqratî pêşverû kurd li Sûriya, Salihê Heydo dîwana xwe ya 6an îmzekir bi amadebûna gelek mêvan , wêjevan, û nîviskarên kurd.

Di destpêkê de kurtjiyana Salihê Heydo ji mêvana re hat xwenidin ,û di piştire Heydo axivê ji mêvan re , û got :” Ez sipas ya partiy dîmoqratî pêşverû kurd li Sûriya dikm, ku îro di hola Cegerxwîn de li bajarê Hesekê bi erkê xwe rabûn , ev pirtûka min ya 6an bi navê (HESTEKÎ NAZIK JI DILEKÎ TENIK)çapkirin û weşandin , û Ez spasya Mamoste Ehmed Şêxê berpirsyarê ofîsa ragihandinê ya rêxistia Hesekê ya (P.D.P.D.K) dikim Ii ser keda wê mizin di çapkirina vê dîwanê de “.

Ji alîkî din mamoste Heydo dîwanek xwe dîyarî mamoste Ferhad Derwîş berpirsysrê partiyî li Hesekê kir ,û bi vê boneyê mamoste Ferhad axivê û got : “Ez mamoste Salihê Heydo pîroz dikim bi helkeftina weşana dîwana wê ya 6an , û Em wek partiya pêşverû ji erkê xwe dibînin ku em dest bidin nîviskar , wêjevan, û hunermendê kurd , û Em her dem amadene ku Em alîkarê bi her kesê di warê çand û kultûra kurdî de bi xebite”.

Di piştire mamoste Heydo pirtûkek dîyarî mamoste Ehmed Şêxê kir .

Û Mamoste Ehmed Şêxê gotinek bi navê ofîsa ragihandinê li Hesekê axivê : ” mamoste Salihê Heydo hêjaya ku mirov jî re xedmetê bike , ji ber mamoste Heydo gelek xedmetek pir mezin ji miletê xwe re kirîye , û xebat ne tenê xebata sîyasî û çekdarî ye , lê xebat , xebata wêjeyî , çandî ye jî , û Heydo gelek xebat di ware wêjeyî û çandî kiriye”.

Wek tê zanîn ev pirtûka 4an ku partiya pêşverû li Heydo re çapdike .

13140624_979295648827191_1668766528_n

13161307_979302425493180_213238854_o

13184796_979302802159809_1158307950_o

13045493_979295055493917_467458095_n

13113225_979303045493118_1714325234_o

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...