Piştî bûyrên Azar a 2011 partiyên tevgera kurd li sûriyê hev civiyan di bin navê partiyên tevgera kurd ، Û paşê Encûmen a kurd damezirandin ، Lê belê (p.y.d) e jî Encûmenek bi navê Encûmenê rojavayê kurdistanê ragihand ، Piştî got û bêjan
Herdû encûmen kokbûn ku desteya bilind a kurd damezerînin .
Pêkanîna vê desteyê pirojek erênî bû û gelê kurd pir pê kêfxweş bû . Û hemû dostên gelê kurd weha pê dilxweş bûn . û
ev yek Bû cihê nerazîbûna dijminê gelê kurd .
Ser vê yekê tevgera kurd bi çalakî xwe dida nasîn û amede dibû li pêşberî hemû bûyeran .
tevger a kurd bû Nimûnek taybet sebaret rikberiya sûriyê .
Ew rikberiya ku hatî dizîn ji layê şofîniyan ve .
Beşdarbûna kurdan di wê demê de tund bû bi hêz bû .
Piştî tevlîhevbûnê û dirêjbûna kirîza sûriyê nakokî diyar bûn ji layê kurdistanî ve û bi beramberî nakokî ên ji layê dewletên hawîrdor ve .
Aliyên kurdî li sûriyê hatin dabeşkirin ta asta dijminatiyê .
Tevgera kurd şûnde çû û hate jibîrkirin
Ta ku li kongirê cinêv a (3) an de tekezî navê kurd hate rêşkirin ji belgeyên wan .
Îro û piştî guhertinên diramatîkî ji helwestên siyasî yên dewletên xwedî hêz hiştin ku gelê kurd rastî hêzên tundrew û tîror were .
Taybet bû armanca rijêma turk a faşist a ku dixwest kurda tune bikin . Dagirkirina Efrînê nimûnek bû û îro dagirkirina serê kaniyê û girê spî ye li ber çavê cihanê .
Kurdan derfet weke hercar windakirin ji sedema nakokiyên tolhilanî û dûrê hevrikiya siyasî destpakî .
Hemû berpirsin pêşiya dîrokê ev bobelata han ji layê dagirkeran ve gefa didin me ku me ji kokê rakin.
Ger em hemû nebin yek di keştiyê de bi giştî em noqdibin .