Hikûmeta Rûsya bi tundî ew êrişên terorîstî ji aliyê komên çekdar li ser Kurdên rojavayê Kurdistanê şermezar dike û daxwaz ji hikûmet û opozisyona Sûriyê dike ku rê nedin wê yekê ku Sûriye bibe mulkê terora navdewletî.
Wezareta derve a Rûsyayê îro 24/7/2013`an di beyannamekê de ew êrişên li navçeya Serêkaniyê û Til Ebyedê yên li ser sînorê Sûriyê bi Tirkiyê re ku Kurd lê dijîn ji aliyê terorîsta şermezar kir.
Di beyannameya wezareta derve a Rûsyayê de hatiye ku endamên komên îslamî yên tundrew 500 welatiyên Kurd revandine û hejmarek mezin jî ji sivîlan serjêkirine.
Wezareta derve ya Rûsyayê radighîne ku li gor agahiyên gihêştine destê wan, komên terorîst hîna 200 kes wek girtî di destê wan de mane û wan wek mertalên mirovî bikartîne.
Wezareta derve di beyannameya xwe de dupat dike ku rûdanên li bakûrê rojhilata Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) rû didin dide nîşandan ku pêwîstiyek mezin heye ku bendê di beyannnameya dawî ya lûtkeya (G8)`ê de hatiye bo yekxistina hewldanan bo derkirina komên terorîst ji welêt , hem hikûmet û hem jî hêzên opozisyonê bi cî bine.
Wezareta derve a Rûsyayê teqez li wê yekê jî kir ku divê ev erk yek ji bendên serekî ya rojeva kongireya aştî ya navdewletî bi navê Cinêv (2)`ê yê.
PUKmedia