Rroja Zimanê Dayikê yê Cîhanî hate bi bîranîn di hola Biahîm Sebrî de

Share Button

Qapi2Rêxistina( Girkêlegê)ya Partiya Dîmuqratî Pêşverû Kurdî li Sûriyê ,vejand Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanî ,di hola (Birahîm Sebrî) de,bi beşdariya gelek hevalan û rewşenbîr û nûnerên deste yên zimanê kurdî li herêmê.Piştî bixêrhatinê ji hevala Ilham wehaj Endama Komita hereme, program destpêkir bi xuleke bêdeng,li ser canê pakrewanên azadiyê.

Gotina Desteya Zimanê Kurdî ya(PDPKS)ê hate xwendin,ji aliyê berpirsê desteyê ve li herêmê:M.Amir Silêman,û tê de axivî li ser giringiya zimanê kurdî di parastina gelê kurd de,û rola Mîr Celadet Bedirxan û helbestvanê mezin Cegerxwîn,her weha tekezkir rola Partiya Pêşverû ,û kovara(Gulistan) di belavkirin û pêşveçûna çand û zimanê kurdî de,û anî li ser ziman çalakiyên desteyê li herêmê,di derbarê derbasbûn û fêrkirina zimanê kurdî de, çi di dibistanên fermî de,û çi di korsên ku hatina vekirin li nivîgehan,û pêşveçûn xwest,ji zimanêkurdî re,ta ku bighê asta zmanên cîhanî.

Bi vê helkeftinê,M.Se’îd Simayil helbestek li ser zimanê kurdî pêşkêşkir.

Dr.Şiyar Silêman bi navê Desteya zimanê Kurdî ya(ENKS)li Girkê-legê tekezkir di gotina xwe de giringiya fêrkirin û parastina zimanê kurdî,û diyarkir ku çawa ev roj bû rojeke cîhanî.

Her weha gotina rêxistina(PDPKS)li Girkêlegê,hate xwendin ji aliyê endamê komîta herêmî ve,M.Idrîs Çaçan,Tê de bixêrhatina yên amadebûyî kir û sekinî li ser vê helkeftinê û çawa ev roj bû rojeke cîhanî bi biriyra(UNESCO) di ,

21-2-1999 m, û li ser rewşa zimanê kurdî,di hemû parçeyên Kurdistanê de, û çawa gelê kurd karîbû zimanê xwe biparêze.

Program bi dawîbû bi strana hunermend Aram Dîgran

(zimanê kurdî).

الديمقراطي 23-2-2014

DSC00271

DSC00312

DSC00285

DSC00299

DSC00293

DSC00277

DSC00280

DSC00315

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 643 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (643) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : إن قوة ...