Bi helkefta roja zimanê Kurdî 15ê Gulanê Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê û Desteya Zimanê Kurdî a Partiya Pêşverû bi hev re seredana gorên xebatkar di ber zimanê Kurdî yê şêrîn de, kirin .
Li Qamişlo û gundewarên wê seredana gora Hemze Begê Muksî ya li gundê Dugirê girêdayî bajarokê Tirbespiyê, kirin; li ser gora wî mamoste Newaf B. Dara li ser jiyana gorbuhişt axivî û gotina hevbeş ya herdû saziyan hate xwendin.
Paşê seredana gora nemir Rezo Osê li gundê Dekşûrî, kirin, şanda herdû saziyan ji aliyê malbata nemir ve hate pêşwazî kirin û gotina hevbeş jî hate xwendin , bi navê malbatê jî Ebdê birayê gorbuhişt spasiya vê seredanê kiri û got: Em bi bilindî vê seredanê dinirxênin û hêviya serkeftinê ji karê we re dixwazin.
Li goristana ( Meheta Kevin) seredana gora endamê S.F.P.Z.K.S Diljar Seyda B. Evîn kirin , bi navê malbatê mamoste Newaf B. Dara bixûrhatina şandê kir bo vî karê wa yê pîroz , li wir jî gotina hevbeş ya herdû saziya hate xwendin.
Li goristana Memeqeya seredana gora seyda Mele Ehmedê Palo kirin li wijî gotin hate xwendin û belevkirin li hin kesên li wir amade.
Li goristana Hilêliyê ya xwar seredana gora nemir hunermendê bi nav û deng Mihemed Şêxo B. Felek, kirin . ji aliyê malbata wî ve hatin pêşwazî kirin û mamoste Hemîd Şêxo birayê gorbuhişt binavê malbatê axivî û tekez kir ku ta yê weke we hene wê ev xebat berdewam be û hestê me pê bilind dibe.
Li tara rojava li bajarê Qamişlo seredana gora helbestvanê gewre Cegerxwîn kirin, mamoste E.Rehmanê Koçer bixêr hatina şandê kir û li ser jiyana nemin axivî û ked û xebata wî axivî û spasiya herdû saziyan kir, li wir jî gotina hevbeş hate xwendin û belav kirin.
Li bajarê Dêrikê jî şanda herdû saziyan û rêxistina Patiya Pêşverû û Yekîtî seredana gorên helbestvanan Emerê Leilê ( Rêncber) û Mihemed Elî Henîfe( Dilovanê Tildarê) û Şêx Ehmedê Şêx Salih kirin, û qeftê gula li ser gora wan hatin danîn, mamoste Şêrzad û malbatên helbestvanan pêşwaziya mêvanan kirin , gotina hevbeş ya herdu saziyan ji aliyê heval Şemsedaîn B. Eta ve hate xwendin.
Li bajarê Dirbêsiyê seredana gora Apo Osman Seberî li goristana pakrewanan li gundê Berkevirê , herweha seredana gora nivîskarê kurd Arşevê Oskan li gundê Bîrkinêsê kirin ,