ROJA ZIMANÊ KURDÎ LI DÊRIKÊ HAT PÎROZKIRIN 

Share Button

Bi amadebûna dehan kesan ji hevalên herdu rêxistinên Dêrikê yên partiya Dîmoqratiya Pêşverû ya Kurdî li Sûrya û partiya Wehde ya Dîmoqratî ya Kurdî li Sûrya (Yekîtî) û Ebas Mistefa û Hesen Cindî endamên komîteya navendî ya partiya Pêşverû û Xebat Mihemed endamê komîteya rêberî ya partiya Wehde, û herweha malbatên van nemirên xebatkar û helbestvan (Ehmedê Şêx Salih – Emerê Le’lê -M.Eliyê Henîfê ) roja zimanê kurdî hat pîrozkirin li goristana Dêrikê.
Piştî ku sê destegul hatin danîn li ser gorên van helbestvanên navborî , mamoste Şêrzad M.Letîf xêrhatina amadebiwan kir û da xwiyakirin ku vejînkirina roja zimanê kurdî li ser gora van nemiran tê wek wefadarî ji kar û xizmeta wan re di fêrkirin û pêşxistina zimanê kurdî de , û paşî mamoste Şemsedîn gotina hevbeş ya( Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî) û (Desteya Zimanê Kurdî) bi vê rojê xwend û têde li ser giringiya ziman di nasnameya gelan rawestî û sipasiya her kesekî kir ku kar û xebatê dikin di fêrkirin û parastina zimanê kurdî de, û dawiyê roja zimanê kurdî li gelê kurd û amadebiwan pîroz kir.

Ragihandina Dîmoqratî-Dêrik 15/5/2018

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...