Roja pakrewanên Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Sed silav li giyanê we
Di / 2 / Sibatê de berî bi çar salan û di şerekî mêrane de ji bo parastina xaka kurdî li Kurdistana Sûriyê hevalê me yê hêja û peybilind Ela Qasim li bajarê Serê Kaniyê jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanên pakrewanên Kurdistanê bû.
Bi helkefta bîranîna çarem ji pakrewan bûna Heval Ela Qasim bi navê Nivîsgeha Ragihandina Efrînê ya partiy me û bi navê Rêxistina Efrînê ya Partiya Pêşverû Em germtirîn silavan li demezrenêrê tevgera netewî ya kurdî sekreterê partiya me heval Hemîd Derwîş dikin û li hevalên Destey kargêrî û Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî û ji hemî heval, kadir , û xebatkarên Partiya me re û em sozê didin ku emê di xebat û tekoşîna xwe de berdewam bin da ku gelê me dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Bijî tekoşîna miletê kurd
Bijî xebata partiya me di parastina xaka kurdî de
Hezar silav li giyanê pakrewanên partiya me û li tevahî pakrewanên tevgera Azadîxwaza Kurdistanê
Efrîn / 5 / Sibatê 2017
Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê