Roja Cîhanî ya zimanê dayikê
Zimanê me hebûna me ye
Bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayikê de û tevî ku Neyarên miletê me bi dirêjahiya salan zimanê me bin pêkirin û dan pişaftin û winda kirin
Lê tevî çavsorî û zordariya li ser zimanê kurdî û bi xêra ked û xebata tevgera netewî ya kurdî û bi keda mamosteyên hêja di her çar parçeyên Kurdistanê de zimanê me bûye kevokeke dilşa li ezmanê welêt û li seranserî jiyanê digere.
Zimanê me zimanê Xanî, Cezîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, û Herîrî ye.
Zimanê me rojeke geşe û bi tîne ji paş çiyayên Kurdistanê ve xeml û tîrêjên xwe dide zimanên rojhilat.
Zimanê kurdî guleke bi bîne di nav gulistana zimanê dunyayê de.
Ey cemawerê gelê kurd
Bi helkefta vê bîranînê careke din em bang li we dikin ku em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û bidin xwendin , û Em bi vî zimanî şêrîn fêrî kurdewarî û zanyariyê bibin.
Efrîn 21 / 2/ 2017
Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê