Sersaxî
———–
Komîta herêmî ya PDPKS li Efrînê
Kes û Karin Hevalê rihmetî Xalid Elo yê xweşewîs
Bi dilekî xemgîn û bi êş bûyera koçbûna dawî ya hevalê hêja û qedir giran XALID ELO xwe berda nava dilên hevalên rêxistinên PDPKS li Tûrkîya, ku ew endamê komîta herêma Efrînê bû, hevalekî çalak û bawermend bû bi rewaya doza gelê xweyî Kurd û xebata partîya xwe.
Hevalê Xalid hêvîya hevalên tevayî Efrînê bû û herwehajî hêvîyên hevalên Partîya wîjî pê ve hatibû girêdan wek xortekî çalak û bîrawer û sozdar di warê xebata xwed de û di warê civakî de jî li herêma xwe. Lomajî xelkê Efrînê bi çavekî hêvîdar lê dinêrîn ku diwaroja wî diwarojeke bi sûde ji xelkê Efrînê re, her weha tevgera sîyasî jî ew li wê astê didît.
Lomajî, koçbûna hevalê Xalid zirareke mezine ji Partî û tevgera siyasî û civaka Efrînê bi tevayî re.
Em hevalên rêxistinên PDPKS li Tûrkîyê bi dilekî xemgînî ji hevalê Xalidre dilovanîya xwedê dixwazin û silavan ji canê wî ya pak re dişînin, her wehajî, sersaxî ji rêxistina PDPKS li Efrînê re dixwazin li gel sersaxî ji tevayî hevalan re bi seroketîya mamuste HEMÎD DERWÊŞ sekirtêrê partîyê temen dirêj be.
Sersaxî ji bo kes û kar û malbatên heval Xalid re bi hêvîya sebr û aramê ber dil ji xwedê de.
Sed rihmet li canê hevalê hêja bê.
Rêxistinên Partîya Demuqrata Pêşverû ya kurd li Sûrî, şaxê Tûrkîya.
17/2/2018