Rêxistina Efrînê ya P.D.P.K.S serê YNKê û malbata Mam Celal sax dike

Share Button

Hevalên hêja û xebatkar Endamên  Nivîsgeha Rêzanî û Encûmena serkirdayetî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan

Silav li we hemiyan

Bi dilekî xemgîn û nerîneke melûl me koça dawî ya Siyasetmedarê hêja û xebatkarê mezin heval Mam Celal bihîst.

Heval Mam Celal siyasetmedarekî navdar  , Xebatkarekî dilsoz , Pêşmergeyekî leheng , Dengê miletê kurd û diplomatkarekî çalak bû , û Mîrê diplomasiya Kurdî dihate naskirin.

Heval Mam Celal Xebatkarekî Kurdistanî bû , bi dirêjahiya salan xebat û tekoşîna wî herdem di xizmet berjewendiyên gelê kurd û doza netewî ya kurdî de bû.

Heval Mam Celal berdewam bû di piştgiriya miletê xwe de li her çar parçeyên Kurdistanê û peywendiyên wî bi hemî aliyên tevgera kurdistanî re xweş bûn û bi taybetî bi partiya me re.

Hevalên xebatkar

Koça dawî ya  heval Mam Celal ne tenê zirara Yekîtî Niştimanî Kurdistan û gelê Kurdistana Başûr e , Lê belê mezintirîn zirare ji hemî aliyên tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re

Bi helkefta vê bûyera xembar em silav û sersaxiyên gelê Efrînê dighînin we û dibêjin: Bila serê we û hemî heval , kadir  û xebatkarên Yekîtî Niştimanî Kurdistan sax be.

Sersaxî ji malbatê re û ji hemî hezkiriyên Mam Celal re.

Efrîn 10 / 10 / 2017

Rêxistina Efrînê ya

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...