Ev çend salin çiyayê kurmênc di dorpêçeke zor dijwar re derbas dibe çi ji aliyê hêzên îslamî, û terorîst û çi ji aliyê Tirkan de.
Ji zêdetirî salekê ve Dewleta Tirkiyê gund û bajarê Efrînê topbaran dike û gelek ziyan gihandin malên welatiyan û bi dehan ji welatiyên sivîl birîndar bûn.
Di 12 / 1 / 2018an de careke din dewleta Tirk bi çav sorî û hovîtiya xwe gundê Aqîbê , Qitmê, Kefircenê û gundên bajarê Efrînê yên di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî gundên navçeya Reco Meydan Ekbez , Qere Baba, kopriyê Heşarkê , Bilêlko , Elbiskê , Maseka , gundên navçeya Mabeta gundî Xelîl , Memila, û gundê Anqelê li navçeya Şiyê , Herwiha gundên navçeya Cindirêsê Dêrbelûtê , Hemamê , Mile xelîla , Dêwa , Tilî Cirnês û Çeqela topbaran dike.
Bi navê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê em van kiryarên tirsonek û hovane yên dewleta tirk şermezar dikin û Em bang li civata navdewletî dikin ku ji bo fişarê li van destwedanên Tirkî li ser xaka Sûriyê bike ji bo parastina xelkê sivîl û parastina gelê kurd û herêmên kurdî ji kiryarên dewleta Tirk û Hêzên îslamî yên tunderew.
Herwiha em bang li hemî aliyên tevgera netewî ya kurdî dikin ku ked û xebateke zêdetir bikin ji bo yekîtiya helwesta tevgera me û avakirina biryara rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Mirin ji Neyarên Miletê me re
Serkeftin ji Doza Kurdî re
Efrîn
20 / 1 / 2018
Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê