Pîroz Name
Sed silav li giyanê te Ey mîrê Ragihandina kurdî
Bi helkefta bîranîna 119 saliya roja rojnamegeriya kurdî Em germtirîn silav û pîrozbahiyên xwe li tevahî rojnamevan , nivîskar û medyekarên Kurd dikin, Herwiha em pêşketinê ji hemî rojname , kovar , malperên elktironî û ji televizyonên kurdî re dixwazim.
Hêvîdarin ku Ragihandin û çapemeniya kurdî bêtir nêzî êş û azara miletê me be.
Bi vê bîranîna giranbuha em bang li tevahî sernivîserên rojnameyan , medyekar û rojnamevanên xwe dikin û ji wan re dibêjin: ber bi xebateke zêdetir ji bo gihandina helwest û peyva rastgo û ber bi Ragihandineke kurdayetî dûrî nerînên partîtî yên pîsik û teng.
Li dawiyê û Bi nalîna dengê birçiyan
Bi qêrînên zarokên Kurdaxê û lîliyên dayikan em dibêjin bijî 119 saliya roja rojnamegeriya kurdî
Bi qasî hejmara teneyên zêtûnên Efrînê em silavan li giyanê te dikin ey mîrê Ragihandina kurdî
Efrîn 22 / 4 / 2017
Nivîsgeha Ragihandina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê