Rêxistina Almaniya ya partiya me bi coşek mezin tevlî xwepêşandana Köln bûn

Share Button
13219634_1117771048286371_1910913316_n

Komek mezin ji heval û dostên partiya pêşverû li Almaniya tevlî xwepêşandana Köln bûn , di pêşiya wande mamoste Selman Hiso endamê desteya karker ya pîlotbîro û Hesen Seyfedîn endamê komîta rawêjkarî ya komîta navendî û Birûsk Necar berpirsê şaxê Ewropa  û Mecîd Arebo berpisê rêxistina Almaniya û Şêrzad Omer , Dijwar Berekat, Serdar Omer , Dara Necar û Ferhad Mîro endamên komîta rêveber ya rêxistina Almaniya.

Ev xwepêşandan hat darxistin bi helkefta sedsaliya peymana Seyks – pîko ya ku di encam de Kurdistan hat perçekirin û kurd bê mafên netewî man û her berdewam dike heta dema Îro , lewma komîta rêveber insiyatîvek di bin navê (( ji bo rojek serbixwe )) ragihand , emjî weke rêxistina pêşverû li Almaniya me piştevanî û alîkariya xwe pêşkîşî însiyatîvê kir û her weha mamoste Hemîd Hac Derwîş sekreterê Partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûriya  daxuyaniyek bi navê xwe belvkir li ser malpera dîmoqratî. info , û her weha me radestî mamoste Akif Hesen Kir, di daxuyaniya xwede berêz hemîd  piştevaniya xwe da nîşandan û peymana Seyks- Pîko şermeyarkir û hêviya serkeftinê ji însiyatîvê û berpirsên wê re xwest .

Bi giştî xwepêşandan bi tevlîbûnek mezin ji revenda kurdî li dervayî welat û bi beşdarbûna komek mezin ji honermendên kurd bi saz û awazên xwe yên netewî û kultorî kurd hat qedandin . Tevlî hinek kêmasiyên rêveberiya xwepêşandanê em sipasiya komîta rêveber dikin ku bîr û hişê raya giştî ya kurdistanî û navnetewî  kişand li ser peymana Seyks-pîko piştî sed sal li sere bihorî .

Komîta ragihandinê ya rêxistina Almaniya ya partiya Dîmoqrat Pêşverû kurd li Sûriya

15.05.2016

13219799_1117771394953003_1468913358_n

13220045_1117771054953037_656849478_n

13228054_1117771061619703_618282696_n

13231072_1117771058286370_959663682_n

13231091_1117771051619704_298049881_n

13236215_1117771044953038_1600499889_n

13236321_1117771388286337_1482774623_n

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...