REWŞ Û PÊWÎST … EHMED QASIM

Share Button

ji  min dipirsin: Rewşa kurdan li Sûrî bi kuva darê? Ê ku ez zanim, roj bi oj herêmên kurdî ji xelkê vala dibin.. Ev 10924736_674340482674384_6927512403381975526_nvalabûna jî, bi dehan pirs bi xwe re tînin.. ew pirs di derbarê jiyanêdane.. xûyaye, pêdivîyên jiyanê roj bi roj kêm dibin, lê ya herî sereke, pêdivîya asayîş û hêmenîye.. xûyaye ewjî ketîye bin lingan. Di rastîyê de, herêmin kurdî pêwistîya xwe bi hezeke ewlekarî hebû, li gora têkçûna rewşa ewlekarî li seranserî Sûrî.. mixabin ku Ew hêz tenê PYD saz kir û bi rêxistin kir li gor êdyolocîya PKK û Ebdulah Ocelan, bê ku hevparî di rêveberîyê de ji kesî qebûl bikê, û tekez dikê li ser desthilatdarîya bi tenha, û dibînê divabê hêz û partîyên din di bin kontirola PYD de çalakî û xebatê xwe berdewamkin bi belgename û mûhlet wergirtin ji dezge û ofîsên rêvebrîya vê partîyê. Gelek navçîcî ketne navbera vê partî û partîyên ENKS û yên din ji bo lihevhatinekê, û çareyekê ji nakokîyên di navbera partîyan de bibînin, û zaziyên hevpar di nav wan de ava bikin, her weha nûnertîya gelê kurd li sûrî bi şêwakî rewa destnîşan bikin.. ezmûna Hewlêr 1 û 2 û lihevkirina Dahokê hîna ji bîr û bala me neçûye.. ew hewldanana tev de hatne binpê kirin. Hîro dîsa, tekez li wê yekê tê kirin, ku tiştekî hevpar di navbera TEV-Dem ya bi ser PYD vaye û ENKS de, li gel partîya Pêşverû xewdî pirojeya lihevkirineke nuh û partîyên din eger pêkanbûn hebin, û derfet bi destkevin. Gelo astengî çine, û çima ev daxwaz bi serî nabin, tevî ku ev bûye ji giringtirîn daxwaz ji daxwazin gelî kurd di Sûrî de? Di rastîyê de, bê ti gumanan, yek alî berpirse ji ber nelihevkirina tevgera kurdî.. Ewjî Partîya Yeketîya Demuqrate PYD, Ji ber yek egerê, ewjî, eger ne desthilatdar û xwedî pêkanîbûnin çekdar ba, bê guman wê şêweyin din ji pêwendîyan li rûbana. Ew pêkanîbûn di bin şert û mercin taybet de PYD bi dest xwe ve anîne; û ew çekên bi dest xwe ve anîne ewjî bi şert mercan ve girêdayî, loma PYD ne serbixweye di biryarin lihevkirinê de bi ti şêweyan. Tiştên din yên dibine asteng li pêşîya lihevkirinan de, pêwediyên PYD yên di tarî de bi hêz û dezge û sazumanin herêmî de, lomajî, ji PYD tê xwestin bi tenê li herêmin Kurdî desthilatdarbê.. PYD, bawer dikin xwe xistîye dorpêçeke sîyasî bi vacayî bercewendîya gelê Kurd û şêweyên berxwedanê ji bo pêkanîna mafin kurd li kurdistana Sûrî.. Loma hêvîya yekrêzî bi PYD re di bin sîyê rewşa îro de, û PYD girêdayî bi wan şert û mercan de mehale. Dimînê, tevgera kurdî bi partîyên xwe ve ( bê PYD ) ewjî ketine bin bandora kirîza alozîya ku bi ser wan de hatîye di bin sîyê desthilatdarîya PYD de, û şêweya desthiladarî ku rengê diktatorîyê standî, û astengîyên rasteqîne li pêş xebata wanî sîysî û rêxistinî peyada dikê, yanî, setemkarîya dezgeyên PYD yên çekdar, tunekirina partîyên din ji xwe re kirine armanc.. loma, hinek partîyan xwe xistine bin sîya PYD bi belgeneme û muhlet, tenê ji bo parastina xwe.. ewên din her roj dikevin ber biryarin awarte, û zemîn li wan teng dibê. Yek rê li pêşîya tevgerê dimîne, û ew derfet heye, eger tevayî partîyên sivîl û ne çekdar bi hevre bighêne lihevkirineke sîyasî, û bi hev re kanibin desteyeke sîyasî ava bikin li ser bingeheke niştîmanî û netewî û serbixwe, li gor bercewendîya gelî kurd li Sûrî, û bibin xwedî pirojeyeke zelal û aşkere, ew piroje bibê cîyê rêzgirtina rikberîya Sûrî yên Demuqrat û zanistperest, ew rikberîya ku bawerîya xwe bi cîbicîkirina mafê kurd hebê. Lê mixabin ew partî jî ta vê rojê bê çarene di nav bera nakokîyên navxweyî de.. nemaze, ewjî ketine bin bandora ( Qendîl û Hewlêrê ). Loma jî, pirojeya partîya Pêşverû heta îro negihiştîye ser rîya serketinê.. lê tiştê ku xûyaye Pêşverû dest ji pirojeya xwe bernadê, ji ber ku zanê rê ji wê pê ve tine.. Siberoj çi bi xwe re tînê kes nizanê di rewşeke ku kirîza sûrî bi ser avê ketî bê bin û bê rû. Lê, xûyaye eger rewş wa dirêj bikê, wê kurdistana Sûrî vala bibê ji xelkê kurd, ji ber zor û desthilatdarîya PYD ya diktator û alozîya tevgerê li hember wê desthilatdarîyê, û li yacîyê din kêmbûna pêwîstîyên jiyanê roj bi roj.

EHMED QASIM 4\8\2016

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...