Rêveberiya Rêxistinên Pêşverû li Ewropa komkujiya Qamişlo bi tundî şermezar dike

Share Button

 logo pdpks.de

 

Bi êşek mezin me îro şopand xwekujiya hovane ya ku hêzên tunderew û tarî li qamişlo kirin  , di encam de  bihtirî 50 şehîd û 150 birîdarên  sivîl hebûn , birînên gelek ji wan dijwar bûn , ji bilî xirakirinek mezin ji der û berên bajêr mîna xanî û dikanan .

Bi navê Rêveberiya Rêxistinên Pêşverû li Ewropa  em bi tundî vê tawana hovane ya terorîstên tirsonek şermezar dikin   , di rastiya xwe de ew tenê ruyê kîna reş ya  giropên terrorist bi binavê Daiş dide nîşandan , yên ku ji komek hêzên nijadperest û dijberên gelê Kurd yê bê guneh tê pêkanîn  .

Di dema ku em dilxemgîniya xwe ji malbatên şehîd û birîndar û hemû qurbaniyên vê kiryara hovane tînin ziman , di heman demê de em hemû miletê xwe û hêzên siyasî û civakî daxwaz dikin ku bi yek rêz li beramberî terorist û hêzên tunderew û tarî rawestin û her weha li himberî  hemû  armancên  ku dixwazin vîna gelê me bişkînin û hebûna wî tune bikin . her wesa em ji welatên Ewropa û desthilatên wan di xwazin ku kar û barên xwe yên mirovahî û ixlaqî der barê miletê kurd li kurdistana sûriya rabe û piştevaniya siyasî û locîstîk pêşkîşî gelê me bike .

Em pê bawerin ku gelê kurd yê ku avsaneyên qehremanî bi cî tîne li himberî zortirîn hêza terorist di cîhana îro de , dê di dawî de wan terorîstan bişkîne  û bê guman dê serkeftinê bi cih bîne li ser terora Daiş û biraderên wê û her wesa dê di riya azadiyê de bi rê here heta dawî .

Rêveberiya rêxistinên Pêşverû li Ewropa

27.07.2016

 

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...