
Îro li li Almaniya li bajarê Koln ê şandek ji hevalên me bi serokatiya heval Selman Ibrahîm endamê komîta navendî bi navê rêveberiya Ewropa ya partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriya serdana berêz Bekir Topgider endamê rêveberiya Partiya Soziyalist a Kurdistan ê kir.
Di serdanê de pîrozbahiya kak Bekir bi helkefta azadbûna wî ji girtîgehên dewleta Turkiya hat kirin. Her wesa di serdanê de danûstandin li ser rewşa siyasî li navçê û Kurdistanê û pêwendiyên hevbeş navbera herdu partiyan de hat kirin.
Hêjaye gotinê ku Bekir Topgider ji bo eger û sedemên karê siyasî 4 Heyv û nîvan di girtîgeha de mabû, û her wesa nêzîkî salekî qedexe li ser tevgera wî hat ferzkirin.
Rêveberiya Ewropa ya partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriya.
21.08.2021

موقع الديمقراطي Malpera Dîmoqratî
