Di nav hinavê bayê de
Her çirûskên rondikan li ser riwa de
Dibêjin alavên xemgîn
li ber rojê rijî ser riyên sar de
û rêwiyên kalemêr, dipêjin nanê aramê
û bi dilekî germ
?ehîdên hêvî dispêrin di axê
dixwînin sirûdên dilgerim
hember van çiyayên ker
û kesên belengaz, li ber sînorê kobanê,
dîmenên mirinê digrin
bi çavên xwe
, û zarokên xwe vedi?êrin
durê çavên hawnan
hêsr bi çavan re pev diçê
û sînor dest bi xwziyan dikê
geh diwxaze bibe lehî
geh diwxaze bibê mîna marekî re?
jehrê sed salên bindestiyê di gewriyê xwe de kom dike
qet ji kurda têr nebû
her çeteyan ,ji ?îrê xwe dimijînê
li ber hîva em dilerizin
?eveke tiji sitêr
mijê berfê hempêz dike
û xewinên vegerê kobaniyan her car pa?ve dixê
mîna xwenên jibîrbûyî
ne me bîr dibin evîn
van zarokên tî, bûn pîr,
nema rastî dêmên xwe dibin
govendên gengaziyê jibîr kirin
lîstokên niyaz winda kirin
ev dûrbûna bi dax û bi keviz
fereh dibê mîna hêsir di çavan
girs dibê mîna ewrekî tarî
lê felekê bi dulvê xwe nelîze
bi hêsrên sîdarkirî
tenburê narvînê ne xe
ne ?opîne bi pênosên xwe
ev kerwanê giriyê
çavdêr ne ke ev nalînê xav
bila riyên xwe bibînê di damarên tazî
û cihê xwe bigirê bi xwe?î
ti ne me ji hatina dawiyê
wê emê barkin bi lehiyê
û navên me yê jibîr bûyî wê bibin gemî
li jor me sîperên birçî difirin
û henasên me ji hev dikivin mîna sîng û milên me
ji vê riyên bê dawî
li ber sînorê pinarê
çi çîrok agirên xwe vedidin
û daholên cengê lêdixin
vedikin kêlê birinê
bi nivîs û fî?ek
jibo bi afirînin nasnamekê
ji vê jiyana ne diyar