Di dîrokê me de, gelek ronakbîr hizrên xwe kirin çira ,bo zanyariyê û evîna xak û maf , ji wan helbestvanê nemir Ferhad içmo , û wekî her car , em nirxê saxa nagrin, û haj ji wan nabin , lê dema dimrin , em wan tînin ziman , û ev jî pirsekê bi xwe re tîne , gelo çima têkiliyên me tenê bi miryara ye?!, û bi vî rengê em kêlek ji birînê xwe vedikin, ku bidin nasîn heta kîjan astî em wekî wêjevan û bîrnas ,dikarin têkiliyên xwe bi hest û kultorê xwe re , binyad bikin ,Digel hev , û ev jî omîda ferhad bû û çi kesên yên bi awayî wî barkirin bi bêdengî , ji cîhaneke bi qirecir…
di baweriya min de, ku helbestvan zengilê jiyanê ne , ji pencera peyvên Azad, di her serdemê de, ne daholê partî û desthilatdara ne , an rebenê kesayeta ne , ev tişt di pergal û giyanê ferhad içmo de hat xwya kirin, wekê min di berhemên wî ya helbestî dişopand , lewre xebatên wî ya wejeyî ,ket di rojeva pirs û lêgerînê , û bi vî awayî karibû di tora xwe de, nûnertiya perwer û dildarên kurdistanê bike li vir jî dibêje:
Heger jiyan bibe derya
evîna te bi min pêle
heger viyan bibe tembûr
evîna te li ser têle
heger bihar bin ax bibe
evîna te xaç û kêle
lê cudabûnek di Ferhad Içmû de heye ,di derbarê nêzikbûna wî ji mijarên rexnî de, di şêweya helbestê de, wekî min dît di helbestê de yê bi navê, -bersiv- dema dibêje:
Rexnevanî ka çiye?
Were ji bo min bêje
bihayê gotarekê
ma bi peyvên qirêje
bi dîtina diriste.
Neb zimanê dirêje.
Û bandoreke wî bi taybetmendê hebû di warê mijarên netewî de, ji ber bi awayekî niyaz û tenik welat şêwe dikir dorê reftarên klasîkî û gotarbêjî, wekî hatibû xwyan di helbesta ya bi navê – kurdistan- :
ji nav baxên te
di bin berfê de
ji bo rojeke nû
hêlîn sar hiştin
çend hezar care
tu bûye bûka qîr û Hawar.
Û bi dûmahîkê de em dibêjin , şopê afrênerên zanyar û ronakbîr ti cara em bernadin , ji ber helbestên zanyar Ferhad içmo bi dawî nebûne , û her ji me tê xwastin kerwanê helbestê berdewam bikin bo maf û bedewbûn û azadî.
Rêber Hebûn 13-7-2017