mayî ser neqşê zemînê mîna mar
Her vir û xap,cilkê rastiyê te lêkir car bi car
Lê bawer ke ronahî tê piştî tarî
wê çira kê deşt û war
Meyzîne şêrên sirocê her vejandin azadiyê
bûne lat û ew zinar
Rakirin ala elî şêr
,ew parastin gund û şar
Ku bixînin zordariyê, koletiyê
, ew birînê kor û jar
Ew neviyên dabanê jîr,yê şikand baskê neyar
Dijî paşeyê Milan rabû û rahijete nirx û bar
Ew paşeya kurdneyar
hovîtiya osmaniya kir diyar
Her di xwest dagirbikê,
wêran bikê şax û bajar
Destehelata zilm û zorê
her bi destê van egîtan hate xwar
*****
Her çiqas dîtin gurandin,
wan serê xwe danexist
Mane mîna şor û riman
, ew parastin nirx û bîr
Mîna hesê lawê daban,
bû nîşana merdiyê
Nirxê mêvanê xwe girt
bo wî bû qurbana qîr
Du birayên wî jî ketne xefkê wan tirk û ereb
Kerew û hemê bûn nîşana baweriyê
û hevjiyana aştîxwaz
Lê di nav komê neyar de
namînin sozên niyaz
Ew bi tundî dijî kurda şerkirin,
Her ji bo kurda ne bin yek,bûne yek
Agirê şoreşê her dem geşdibû di hizrê( miho)
Radikir tolê birayên xwe
,mezin kir coşa şer
Ew civandin mêr û leşger
Tev bi yek bûn êl û mak
Rêveberya wî bû mînak
Nav dîroka bê ser û ber ew bû ronak
Ew şikand ruknê neyarên kevneperest
Mîna serbazên leheng
Ew demezrand xanedanê
Bû nîşana berxewdanê
, bû metirsiyek giran
Ser rêbaza dabanê bave
ew şopandî doza wan
Ew elî şêr yê li ser mêza nîqaşê ,kêrê dijmin
Ket di pişt de hate kuştin
Ber (qironcûka) pepok
Lê çi bêjim her neyare ew felek
Lê miho her çû bilindî , pêş diço mîna sîper
Bawere bi nirxên gelê xwe
Bîr dibir xewina bavê xwe
Geşdikir hêrsa giran
Radikir tola biran
Leşgerên osmanî hatin, wî şikandin
Hêza wan bûne gelek
Tev gelek êlên ereb
Dîl kirin miho û şandin cîgehek dûr û biyan
Lê çiqas çû dem û dewran
Rêza wî her tê xwyan
Ew niviyên kerew û hemê û hesê daban
Her vejandin berxwdana çerxê bîstan
Ketine doza şîlan û zîlan, û dicle û birîtan
Piştî wê şervanê perwer, ketine dîroka resen
Mîna haçim, şêx nebî, ew her diçandin tovê vîn
Ev tîrêja azadiyê ronî kir jîna mirovan
Hilweşandin avahiyên olperestan
Îro roja şehnaziyê her gazîkir kobanî
Bandikê her gav dipêjê nana jiyana nûjen