hember kerwanên sêwiran
dibezin ser pencerên demê
diaxivin , bi dengên xemsariyê
tevnên axînan digerînin
dijmêrin tîpên dil
sitonên parkirinê diçînin
çavên bendewar, hêvî azadiyeke bê xwîndayîn ne
di sibehê heta dawiyê şevan ser mêza hevdîtinan
guftogûyên derewîn dafirînên
dorî holên berxwedaniyê
ev raman wergirandiye terzên newêrekan eger bi çi zimanî bê
daxwaziyên bê fihêt rotin ,
xwe dinxumînên bi diroşman
ji nû ve dengê wê jinê di bîr tînim
kenê wê yî sist
noqê wê yî çiyayî
memikên wê yî şidehayî
gurmijên lêvên wê
pistepistên wê nîvê şevê de
tev xewinan dixê giyanê beyar bi maçekî bê hiş
di ser her bostekî di gewdehê wê de
destanên rojhilatî xwe bi cih kirine
di nav sing û berên wê meyên hezar salan veşartîne
de her xalek mor an sor di memkên wê evînekî bê sînor
nû tê vejîndan
eve peyvên nûbedar
di ber keleha textê wê destana giyan dixwînê
şevên buharê ji singê wê dimêtin
stêrkan le nav mil û gerdena wê de
şevdaniyê dikin
û di ser wê jina rojhilatî helbestên maçan diafirîn im
di nivîsînim rojbûna birînê
bi baxê beybûnê
xemên evînî rêdixim nav kolanan
di bajarên tev mij û girî
xwe tevlî bayê toj dikim
bi coşa dil û mêjî
Rêber Hebûn