Li ser daxwaza partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûriya û rojîn Cegerxwîn bi navê malabata Cegerxwîn rê û rismê taziya Tekoşer Zubêr Hesen li Bonê di 24 gulanê hat darxistin , komek ji miletê me li Bonê û derdora wê lê amadebûn û çend gotin di vê helkeftê de hatin pêşkêşkirin :
Gotina malbata Cegerxwîn – Rojîn Cegerxwîn
Gotina rêxistina Almaniya ya partiya dîmoqrat pêşverû Kurd li Sûriya – Fehad Mîro
Gotina nivîskar Bilal Hesen
Gotina partiya yekîtî ya Dîmoqrat Kurd li sûriya – Kamîran Hac Ebdo
Kurte filmek li ser jiyana xebatkar Zubêr Hesen – Mehemed Mîro
Her weha berpirsê Şaxê Ewropa ê partiya me Birûsk Necar û komela Yasa Mehemed Mîro û hevalê xwe Jiyan Bedirxan û Arif Cabo têde amedebûn .
Ev naverûka gotina rêxistina Almaniya ya partiya me :
Malbata Cegerxwîn ya tekoşer
Heval û dostên xwedê jê razî Zubêr Hesen ên berêz
Silav û rêz
gelek tekoşerên miletê me , jiyana xwe dûrî ragihandin û rohnayê derbas kirin , tevlî jiyana wan xebatkaran dagirtî bû bi çalakî û tevgerên bê himpa , heval Zubêr yek ji wan kesan bû ê ku di destpêka jiyana xwede tevlî karê siyasî bû û her wesa piştî cû Siwêdê berdewamiya xebata xwe kir , çi weke endamê komîta navandî ê partiya dîmoqrat Pêşverû Kurd li sûriya û çi weke çalakvanek Kurd di nav komelên sivîl ê kurdan , û çi weke çalakvanek di nav komelên Siwêdiyan de . mamoste hemîd Derwîş di koçbarkirina dawî ya Zûbêr de di bêje : „ min bavê Aras ji nêzîk ve naskir weke tekoşerek bênfireh û siyasetvanek têgihiştî û dostek wefadar û hevalek dilsoz û mirovek dilnazik , bihtirî 50 salan me bi hevre rêça xebatê ya dijwar û dirêj di rêveberiya partiyê de , bê bênvedan me şopand , û bê ku vîna wî rojek ji rojan lawaz bibe li himber hemû rengên siyasetên zordestî û zulimkariyê , û bê ku hêza wî lawaz bibe li pêşiya şert û mercên girtinê û hejariyê û tunebûnê ya ku têde derbas di bû ew û xizana wî bi egera xebata wî , heta ku penaber bû li welatê Siwêd 1979 bi hevaltiya mamê xwe hevlê rêça wî helbestvanê gewre û mezin Cegerxwîn „
Heval û dostên hêja
Malbata Cegerxwîn bi rûmet
Li pêşiya me hîn karek dirêj û dijwar heye , pêdiviye em bi hevre hemû rengên xebatê bişopênin , nabe nakokiyên piçûk bibin asteng li pêşiya xebata rêzgarîxwaza gelê Kurd ji bo jiyanek bi rûmet û azad .
Zubêr Hesen ê bimîne yek ji xebatkarên miletê Kurd ên bi nav û deng , yê ku ji bo pêkanîna mafê rewa ê gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê û bi taybet li Kurdistana Sûriya tekûşînek mezin kiriye . hezar silav ji cane xwedê jê razî Zubêr Hesen .
Rêxistina Almaniya ya Partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûrya
24.05.2015