Çi nerîn û daxuyanî ji aliyê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de di derbarî bûyerên Kurdistanî de bi derkevin di zûtirîn û leztirîn dem de hin kes herdem amede ne ku êrişî partiya me bikin , Ew kes ji bîr dikin an xwe dikin ku ji bîrkirine wek ku çawa rexne ji mafê wane ji mafê me ye jî ku em bi zelalî nerîna xwe di derbarî bûyer an helwesteke Kurdistanî de bidin , û gotara me ya îro ew daxuyaniya civîna Nivîsgeha rêzanî ya Partiya Pêşverû ye di derbarî hejmarek ji rûdaw û bûyerên demê ne û di nav de li ser hilbijartinên perlemanî yên Iraqî û vexwendina partiya me û hêviya bi serkeftina lîsta Yekîtî Niştimanî Kurdistan re. Ev mafekî xwezayî û rewaye ji mere û ne ji mafê tu kesî ye ku me ji vî mafî bi dûrxe ji ber van sedeman : Yekem : Têkiliyên me yên dîrokî bi vê partî re hene ew peywendî vedigerin salên pêncî dema rihmetî Celal Talebanî li bajarê şamê dixwend û girêdana peywendiyên wî yên dostane bi sekreterê patiya me berêz Hemîd Derwîş re û ew têkilî di navber herdu partiyên me de li ber xwe dan û bi pêşketin heya roja me ya îro. Duyem : Em dibînin ku Yekîtî Niştimanî Kurdistan hevpeymanekî istratîcî ye ji Partiya me re ji encama nêzîkbûna hejmarek ji helwestên me yên rêzanî ji vê dozê re û li ser asta netewî ya kurdî li vî perçî an li hemî parçeyên Kurdistanê. Sêyem : Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê dibîne ku Yekîtî Niştimanî Kurdistan hilgirê pirojeya netewî ya kurdî ye û yek ji wan hêzên serekeye di cîbicîkirina jiyana demoqrat li Kurdistana Iraqê. Çarem : Me herdem tekez kirî û gotiye ku peymana istratîcî di navber Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Partiya Demoqrat a Kurdistanê de ew xala bingehîne di cîbicîkirina aştî û aramiyê de li Kurdistanê û çi binpêkirinek ji vê peymanê wê Kurdistan û destkeftiyên gelê kurd ber bi metirsiyê de bibe û wisa mamoste Hemîd Derwîş ji serok Mesûd Berzanî re tekez kir di dema hevdîtina komîta navendî bi cenabê wî re û ew jî razî û piştgir bû ji vê helwestê re. Pêncem : ku me piştgiriya vê lîstê an lîsteke din kir ew netê wateya ku me taybetmendiya xwe wenda kir. Ey girînokên biryara kurdî ya serbixwe hûn bi xwedê dikn medêgirîn ji ber ku hemî kes zanin Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ew xwediyê pirojeya biryara rêzanî ya kurdî ya serbixwe ye û ji ber vê yekê bi dirêjahiya xebata xwe û heya roja îro gelek dûjin û astengî dîtine. Şeşem : Bi dirêjahiya salan ji peywendiyên xurt ên di navbera partiya me û Yekîtî Niştimanî Kurdistan de rojekê me tu fişar ji Yekîtî nedîtin ku bandorê li helwest û xebata me bike , Lê belê herdem siyaseta me ji bawerî û vîna me ya azad bû. Heftem : ji salên heftê de û heya roja îro bûyerên siyasî û di hemî qûnaxên xebatê de rastiya helwestên partiya me ji hemî bûyerên kurdistanî xuyakir û sedema sereke ya vê mijarê vedigere ku em xwediyê biryara rêzaniya kurdî ya serbixwe ne û emê bimînin xwediyê wê biryarê digel rêzgirtina me ji birayên mere ji her çar parçeyên Kurdistanê re. Ji vir de em wan qehremanên fêsbokan vedixwînin ku van kiryaran berdin û partiya me tawanbar nekin ku taybetmendiya xwe windakiriye. Gelo ma ne ji mafê meye ku em piştgiriya xwe ji kandîdekî serok komarî re li Asya û Fruits û Ewripa nîşan bidin dema ku em bibînin ew nêzî rêbaz û helwestên me ne , ji ber vê yekê ma şermbûn li kûye ku em pêşketin û serkeftinê ji lîsta Yekîtî Niştimanî Kurdistan re bixwaxin , mixabin qet me deng û qêrîna we nedibîst dema ku bûyerên mezin li Kurdistanê rûdidan. Em ji wan şirovekar û feylesofên raman û rêzaniyê re dibêjin dev ji van kiryaran berdin ji ber ku ev kiryarên han weke babelîskeke fincanê ye , Lewre divê em rast û dilsoz bin bi xwe re ji aliyekî ve û di helwestên xwe yên rêzanî de ji aliyekî din ve , ne em dakevin bazarên siyasî wek hin kes dixwaxin , rastî çendî dereng bimîne lê di rojên bê de wê her kes nas bike û wê her kes zanibe ku rastî li kûye. Qamişlo 7 / 5 / 2018 Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Werger ji Erebî :Hişmend Şêxo