Şaxê Ewropa yê partiya me ya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê li bajarê Bielefeldê yê elmanî di panzdeh û şanzdehê vê meha pûşberê 2013 a de konferansê xwe yê dudiya li dar xist.
Di destpêka konferans de bi xêrhatina partiyên kurdî û kurdistanî yên bira û kesayetiyên torevan û rêzanvan yên Kurd li ser panava Ewropayê kir, herweha bi xêrhatina hemû endamê desteyên birêvebir û li mêvanên bi rûmet kir, û bo rêzgirtin û rûmetgirtinê ji giyanê pakrewanên miletê Kurd û pakrewanên şoreşa Sûriyeyê ya serbilind kêlîkeke bê deng rawestiyan, bi dû sirûda neteweya Kurd „Ey reqîb“ gotin û birûskên pîrozbayiyê hatin xwendin, ji wan :
Şaxê Ewropa yê PDPKS birêz Birûskê Necar.
Gotina nivîsgeha rêzanî ya PDPKS birêz Salarê Temer.
Nivîsgeha yekîtî niştimanî Kurdistan birêz Selam.
Rêxistina Elmanya ya partiya yekîtiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî) birêz Merî Hesen.
Rêxistina Elmanya ya partiya yekîtiya dîmoqrat “PYD” birêz Newafê Xelîl.
Rêxistina Elmanya ya partiya wekhevîya dîmoqrat ya Kurd li Sûriyê birêz Farisê Hacî Hisên.
Rêxistina Elmanya ya partiya yekîtî Kurd li Sûriyê birêz Mihemedê Iqbal.
Encûmena Ezdayî ya Sûrî birêz Seîdê Ebdî.
Navenda kurdî bo xwendin û rawêjkariya yasayî (Yasa) birêz Şadî Hacî.
Helbestvan Mizgîna Hesko.
Gotina birêz Hacî Silêman.
Birûskek ji birêz Welîdê Hemo nûnerê rêxistina kurdî ya berevaniyê bo mafên mirov û azadiyên giştî li Sûriyê (DAD).
Birûskek ji komela Mak li bajarê Bremenê.
Piştî dîwan bo rêvebiriya konferansê hate helbijartin, desteya amadekar bo konferanê dudiya karê xwe bi dawî anî.
Di çarçoveya karê konferans de hevpeyvîn û gengeşî bi giyanekî birayene hate kirin, bi mebesta pêşvebirina karê rêxistinî li Ewropayê û berzkirina têkiliyên giştî bi dezgehên Ewropayî yên desthilatdar û şaristanî re, û qayimkirina hevkarî û hevrêziyê bi partiyên kurdî û kurdistanî re, ji bo peydakirina mîkanîzmên bi bandor, û ji bo bilindkirina asta karê kurdî yê hevbeş û bi taybet di çarçoveya ENKS û DBK de, herweha konferans sazbûna çend deste û komîteyên rêxistinî di rêka dengdana nehênî de, ji wan desteya berpirsiyar ya şaxê ewropa ya ku ji birêz Birûskê Necar û Azadê Cegerxwîn û Celalê Resûl pêk hat, tev sazbûna desteya ragihandin û têkiliyên giştî û ji bilî wan, bo belakirina berpirsiyaretiyan û beşdarbûna civakî di karê rêzanî de, dûrî tekrewî û bêparkirinê û vekirina keysê li pêş kadirên Kurd yên pîspor û beşdariyê di pêşvebirina pêvajoya karên rêzanî û ragihandinî û diblomasî de bikin, û di dawiyî de konferans bi helkeftina damezirandina rêxistina yekem a rêzanî ya Kurd li Sûryeyê miletê Kurd di Sûriyê de pîroz kir, û silav ji hemû xebatkarên ku di yek rêzê de radiwestin bo hestyariyê dûrî Kudistana Sûriyê bikin û wê biparêsin, û rê li pêşiya hêzên olperest û tundrew û gefdar, yên ku dixwazin vîna Kurd ya ber bi azadî û rûmetê û jiyana bi aram ve bişkînin, bigrin.
Desteya ragihandinê ya şaxê Ewropa ya PDPKS
17.06.2013