Tu ew bajar e; Yê ku me hezê kiriye.
Sînga wî, ji kul û xem, kêf û ?ahiya me re vekiriye û firehe..
Bajarê ku em di tax û cadeyên wî de mezin û belav bûne..
Bav û kalên me di destpêka çerxê bîstan de;
Bi hêla destên xwe bingehê wî danîne,
Govend û dîlan li hawîrdora wî gerandine..
Erê Qamislo!
Tu bajarekî awarte ye.
Awarteye bi her ti?tên xwe;
Bi desthilata rêjîmê û zilmê,
Bi aqilmend û dînên xwe,
Bi rind, xerab û Bekoyên xwe,
Bi kurdperwer û kurdfiro?ên xwe,
Bi bilindbûna çiyayê Bagokê û
Ciyayê Omeriyan ji bakur ve û
Firehbûna Beriya Mêrdînê û
De?ta Xelef Axa ji ba?ûr ve..
Bi havînên gerim û zivistanên sar..
Ji kaniyên te, yên ker,
Em fêrî bêdengbûnê bûne..
Ji taxên te (Hilêliyê, Enteriyê..),
Em fêrî hawar û berxwedanê bûne..
U em xwîna xwe ya gerim,
gorî xaka te ya pîroz dikin