Qamişlo: PDPKS Pêşemgeha Filoklor û kevneşopiya Kurdî ya çaremîn li darxist

Share Button

DSC07741Bi serperşetiya rêxistina jinan a bi ser Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li  Sûriyê, li bajarê Qamişlo a Rojavayê Kurdistanê,  çaramîn pêşengeha Filoklor û kevneşopiya Kurdî lidarket.

Pêşengeh bihelkefta 56 salavegera damezrandina yekem Partiyê  Kurd li Sûriyê lidarket, pêşengeh gelek range reng bû, ji beşa cil û bergên Kurdî, amûrên çandiyê yên kevin ên ku cotkarên Kurd bikatînan, her wiha ligel beşeke teybet ji cil û bergên bûkan pêk dihat.

Wekî din û bi tabloyeke ciwan neqşa Kurdistanê hatibû çêkirin ku axa wê ji çarperçeyên Kurdistanê hanîbûn e.

Mîvanên ku serdana pêşengehê kirin diyar kirin ku ew gelekî dilxweşin, endamê Encumena Nîştimanî ya Kurd Dr, Mustafa Henîfe spasiya xwe pêşkêşî kesên ku ev pêşengeha bi rêxistin kirine kir, her wiha diyar kir ku kesên ev pêşengeha lidarxistine diyare gelekî giringiyê didine kevneşopiya Kurdî, û bal kişend li ser wê yekê ku çendî girînge ev kevneşopiya kurdî bête parastin taku veguhisînin bo nifşên nû.

Ji aliyekî din ve çalakvana Komela Efrîn a jina Kurd li Sûriyê Nesrîn Feyroz di daxuyaniyekê de,  ji PUKmedia yê re diyar kir, ku ev pêşengeh gelekî girînge bo ku nifşên nuh şêweyeya jiyana gelê kurd di demên bihurî de nasbikine û diyar kir ku ew bi xwe gelekî bi vê pêşengehê dilxweşe.

Wekî din rêvebira pêşengehê Dilav Hemîd Derwêş ji PUKmedia yê re ragihand, ku ev pêşengeh berdewamiya pêşengehên bihurîne ê ku Partiya Pêşverû lidarxistine, Dilav ji aliyê xwe ve spasiya xwe pêşkêşî helbestvan Salêh Heydo û Hunermend Sabah Qasêm kir, yên ku gelek alîkarbûne û gelek cil û bergirên Kurdî ên filoklorî û nûmoneyên jiyana Kurdî a kevin pêşkêşî pêşengehê kirin, her wiha bang li lawên Kurd kir ku her kes ji aliyê xwe ve kevneşopiya Kurdî biparêze û li xudî derkeve.

Îbrahîm Xelîl / Qamişlo

PUKmedia

Ji bo dîtina wêneyan li vir bi tikîne

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 84 من جريدة التقدمي

صدر العدد (84) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في منظمة ...