Şandek ji Partiya Dîmoqrat ya pêşverû ya Kurd li sûriya bi serokatiya D. Selah Derwîş endamê desteya karker ya pîlotbîruya pêşverû û berpirsiyarê rêxistinên pêşverû li Ewropa û bi endametiya Selman Hiso endamê desteya karker yê pîlotbîruya pêşverû û Birûsk Necar endamê komîta navendî ya pêşverû û Mecîd Arebo berpirsiyarê rêxistina Pêşverû li Almaniya û her wesa amedebûna komîta rêvebir ya rêxistina almaniya bi şandek ji partiya Sosiyalistî Kurdistan bi serokatiya Bekir Topgîder berpirsyarê meclisa PSK ya dervayî welat û bi endametiya Bedirxan Demir berpirsiyarê PSK di nav Hevkarî de û Lezgîn Aydogmus berpirsiyarê PSK li NRW civînek di 08.01.2017 de li bajarê Köln yê Almanî darxistin.
Di civînê de rewşa welatê sûriya bi giştî û rewşa tevgera siyasî ya Kurd li Kurdistana Sûriya ( rojavayê Kurdistanê ) bi taybet hat ziman û her weha rewşa PSK piştî lêgalkirina wê li Turkiya hat behskirin , ji alîkî din ve herdû şand baş li ser karê hevbeş rawestiyan û tekez hat kirin ku biratiya herdû partiya ne tenê ji egerên xwe yên dîrokî ne ya ji bo dostaniyên kesayetî ne lê belê çimkî nîzîkbûnên bîr û baweriyên siyasî hene bi taybet di warê netewî kurd de û her wesa nerînên hevbeş di mijara çareserkirina doza kurd li Kurdistanê . herdu aliyan tekez kirin ku pir giring e ku hevdîtinên fermî navbera herdu partiyan de berdewam bimîne çi li ser asta Kurdistanê û çi li ser asta welatê ewropa .
Civat bi pişniyarên pir giring bi encam bû û bi germî û geşbînî hat bi dawîkirin .
Desteya ragihandê ya rêxistinên pêşverû û PSK li Ewropa
08.01.2017