PSK daxwyanî : Ji Bo Çapemenî û Bîrurayê Giştî

Share Button

Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 27-28ê kanunê li Amedê civiya û li ser pêşhatiyên siyasî yên Kurdistan, Tirkiyê û navçeyê giftugo kir û biryar da, ku belavokê jêrê pêşkeşê bîrurayê giştî bike.
Partiya me ji roja yêkan a êrîşa leşkeriya Tirkiyê bo ser Afrînê ve, dijî êrîşa hanê derketiye û cext li ser vê yêkê kiriye, ku êrîşa hanê di navçeyê da dibe sedema pirsgirêkên siyasî û mirovî, ku çareseriya wan ne mîmkun e û daxwaz kiriye, ku herçi zûtir operasyonê hanê bê sekinandinê.
Em carekî dinê cext li ser vê yêkê dikin, ku berdewam kirina êrîşa leşkerê Tirk bo ser Afrînê, di herêmê da tenê dibe sedema zêdetir bûna êş û kurtir bûna nakokî û aloziyê. Ev yêka hanê jî her usa pirsa Kurd ya sed salî li Tirkiyê aloztir û proseya çareseriya wê jî dijwartir dike.
Geş kirina şovenîzm li gel operasyona leşkerî ji aliyê desthilatdariya AK Partî ve, di nava civatê da girjî û cudahiyê kurtir dike. Yên ku dijî şer in û li hemberê siyaseta tundûtijiyê desthilatdariya AK Partî AK Partî ne, dikevine ber êrîşê û têne girtin. Ev yêka jî nişan dide, ku li Tirkiyê azadiya derbirina bîr û bawerî nemaye.
Divê Tirkiyê herçi zûtir operasyonê li ser Afrînê bide sekinandinê dev jê siyaseta nişan dana destkevtên Kurdan li ser ser xwe wekî xeterek berde û hewl bide daku pirsa Kurd li Tirkiyê bi şiweyê aşitiyê were çareser kirinê. Girtiyên, ku dijî şer derketine û aşitî xwastine, divê bêne azad kirinê.
Partiya me daxwaz ji Yêkitiya Mîletan, Yêkitiya Ewropa, NATO, Rêxistina Yêkitiya Îslamî û dem û dezgeyên navnetewî yên dinê dike, ku bona ragirtina şer û nehistina girjî li navçeyê kar û xebatê bikin.
Alozî, şer, pevçûn, girjî û ne aramiyê ku sed sal e li navçeyê berdewam in, şerên, ku li Kerkuk û Afrînê çêdibin, nişan didin, ku pirsa Kurd û Kurdistanê pirsê serekî ya Rojhilata Navîn e. Heya, ku li Tirkiyê, Îran, Iraq û Suriyê mafên netewî û demokratîk ya gelê Kurd neyêne dabin kirinê, demokrasî, aşitî û aramî li navçeyê cîgir nabe.
Meclîsa Partiya me carekî dinê daxwaz dike, ku Rewşa Awarte (OHAL) sîstema Biryarname di Hukmê Qanunê (KHK) da bêne betal kirinê. Herçi zûtir zirarên, ku berhemên OHAL û KHK ne, bêne qerebo kirinê.
Meclîsa Partiya me wekî prensîb, dijî şer û tundûtijiyê ye, banga hemu aliyên civakî dike, ku dengê xwe dijî şer û tundûtijiyê û OHALê bilind bikin. Piştgiriya çalakiyên demokratîk û meşru dike, ku di vî warê da li Tirkiyê û welatên Ewropa têne encamdanê.
Gelê me di xebata xwe ya azadî û demokratîk, ku meşru û rewa ye, divê derbareyê provokasyonan da hişyar be, rê nede, ku tirs û xof li ser wê bandora xwe dayne, bi xurtî bawer bike, ku rojek ji rojan bê dadî û şer û tundûtijiyê nemînin.
Çu encamê înkar kirin û tundutijiyê nîne.
Tenê rêyek heye ev jî demokrasî, azadî, diyalog û qebul kirina hevdu n.
28.01.201
Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 639 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (639) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : من المعلوم ...