Bi silavên birayiniyê, pîrozbahiyên germ li 56 saliya damezrandina we dikin.
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê herdem alahilgirê azadî, demokrasî û parastina tebayî û birayetiyê bûye. Di vê pêxametê da şûna kar û xebatên wê diyar in, ku cihê serfiraziyê bo têkoşerên Partiya Pêşverû û hemû dostan.
Rewşa Rojavayê Kurdistanê, evro ji hemî wextan zêdetir nêzîkî bi dest ve hatina wan armancan bûye ku gelê me bi salane ji bo têdikoşin. Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê di rojên tengav û zehmetiyan da derê malên xwe bo birayên xwe yên Serxetê (Bakûr) û Başûr vekiriye û bi hemû hebûna xwe piştevanî kiriye. Dîrok bi şahidiya van rûpelan ye dagirtiye. Niha jî wextê wê ye ku kurdên li her aliyê dinyayê destê harîkarî û piştevaniyê dirêj bikete Rojavayê Kurdistanê. Ev ne bi tenê erkekî neteweyî ye, her wesa nîşandana wefadariya wan rojên tahl û dijwar e jî.
Dubare pîrozbe 56.emîn salvegera damezrandina PDPK-S
Her serkaftî bin!
Bijî xebata rewa ya gelê Kurd!
Bijî yekitî û yekrêziya gelê Kurd!
14 Xezîran a 2013
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK