Piştî boyerên dawî ên ku li bajarê Heseke çêbûn , e-ncamin xirab li pişt xwe hişt di civakê de bi hemû pêkhatiyên xwe ve . ji ber hebûna firerengiya Olî û Netewî û Çandî li bajarê Heseke , û ji ber radeyek ji êmnahiyê ya ku li bajêr heye , hinek rûdanên gelek xirab li dijî jiyana hevbeş di navbera xelkê bajêr de derdikevin , weke revandina xort û xwendekarên zangiwan ji aliyê milîsên xwepêçaner ve , daku wan girtiyan weke gefekî li ser aliyê din karbînin , ên ku hinek leşker li rex xwe girtine , ev rûdan metirsiyê li ser gelek astan pêktîne .
Polîtbîroya PDPKS ê daxwaz dike daku dest ji van kar û kiryarên xirab bikşîne , ya ku ziyanê digihîne pêwendiyên navbera civaka Heseke , her weha daxwaza xweragiriyê dike , her weha daxwaz dike ji milet ne gurkirina boyeran ,ewa ku rê li pêşiya hêşmendiya Olî û nejadperistiyê vedike , di vê derbarê de em ji hemû çalakiyên civakî û Olî dixwazin ku rola xwe bileyzin di dorpêçandina van rûdanan û vegerandina jiyana hevbeş li Heseke û Gundewarên wê .
Qamişlo 28.01.2015
Polîtbîroya Partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd Li Sûrya