Hevalên tekoşer,
Ez bi navê hemu kadr, endam û aligirên PSK, bi boneya salvegera 63êmîn a partiya we xebatkar, pîrozbayiya xwe pêşkeşê we û bi rêka we ve pêşkeşê hemu kadr, endam û aligirên PDPKS dikim.
Hevalên berketî,
Îro bi zelalî eşkere bûye ku, Partiya we, rê û rêbaz û xebata we, yek ji situnên bizava azadixwaziya Kurdistana Rojava ye. Têbînî û pêşniyarên PDPKS li ser bûyer û pêşhatiyên navçe û zirufê Kurdistana Rojavayê yên dawiyê, şahîdê vê yêkê ne.
Birayên delal,
Em piştrast in, ku PDPKS, partiya bira, her wekî berê, ji îro pê va jî bi cangoriyê li ser rêka xebata azadî û aşitî û demokrasiyê berdewam bimeşe.
Carekî dinê pirozbayiya xwe pêşkeşê we dikim û bi vê boneyê ve, carekî dinê li ber hizura serokê gernas û xebatkar Mamoste Hemîdê Hecî Derweş û hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibim û piştrast im, ku biratiya wê her berdewam be.
Bijî Xebata Azadî û Demokrasiya Kurdistana Rojava!
Bijî Yêkreziya Hêzên Kurdistana Rojava!
Bijî PDPKS!
13.06.2020
Mesud Tek
Serokê Giştî