Pîrozbahiya polîtbîruya partiya dîmoqrat pêşverû kurd li sûriya bi bîranîna 58 e mîn ya damezirandina partiyê

Share Button

401 - AL.

  Mêvanên bi rûmet

Nûnerên partî û rêxistinên siyasî

Nûnerên rêkxirawên civaka sivîl

Rewşenbîr û honermendên beşdarî vê helkeftê

peyamnêrên alavên ragihandinê

Hevalên hêja

Bi navê polîtbîruya partiya me partiya dîmoqratî pêşverû kurd li süriya silavan li we  dikin  li ser êrîniya we ji vexwendina mere ji bo bîranîna 58 e mîn ya damezirandina partiya me PDPK.S ya ku hat damezirandin daku hêvî û daxwazên gelê kurd li sûrya bîne ziman  , gelê me yê ku hatiye bê parkirin ji piçûktirîn mafên xwe zê netewî

amedeyên bi rûmet

di sala 1956 an de berêzan : Osman Sebrî , Ebdulhemîd Derwîş û Himze Niwêran pêşniyara damezirandina yekemîn partiya siyasî kurdî bi navê Partiya Kurdên Dîmoqrat ên Sûrî  pêşkêşkirin .

Piştî hinek têkilî bi komek ji hevalên Afrînê re hatin kirin ,  berêzan : Reşîd Hemo , Şewket Henan , Xelîl Muhemed û Mehemed Elî Xoce  hat erêkirin endametiya wan di rêveberiya partiyê de û her weha bi pêşniyara wan hat erêkirin ku 14 hezîranê bibe roja damezirandinê .

Piştî ragihandina damezirandina partiyê , tekoşîna netewî ya kurd û rêxistinê destpêkir ji bo berevaniyê di ber berjewendiyên netewî ên gelê kurd li sûriya bike ji alîkî , û da ku kar bike bi hêzên niştimanî dîmoqrat di welat de ji bo jiyana dîmoqratîk bi bingeh bike ya ku sûriya têde derbas dibû  di wê qonaxê de ji alîkî din ve   .
bi egera şopandina siyasetek objektîv , partiya me di demek kurt de karî hêzek siyasî rêxistinkirî ava bike di nav miletê kurd li sûriya , û karî cihek xwe yê taybet di nav hêz û partiyên dîmoqrat û pêşverû di welat de bigre , û her weha karî rêzgirtina partiyên niştimanpere ên kurdistanî bistîne .

Xûşk û Birayên Hêja

Partiya dîmoqrar pêşverû kurd li sûriya di 58 salan ji xebata xwe li dijî desthilatên paşverû û diktator û şonîvist tekoşîn kiriye bê ku hêza wê û xebatkerên wê lawaz bibe tevlî ku hemû şîwazên tund di hatin bi karanîn , lê berevajî wê partiya me mikur ma  di helwest û siyasetên xwe yên objektîv , ma berevan di ber mafên netewî ên gelê kurd de , lewra jî endamên wê li himber zordarî û girtin û veşartinê hatin ji aliyên desthilatên zordar ve .

Li ser asta kurdistanî  partiya me karê xwe avakir  li ser  pirinsîba „taybetmendiya her parçeyek ji parçeyên  kurdistanê“ , û partiya me qet xwe ne dida paş ji bo avakirina baştirîn têkiliyên xebatê bi partiyên kurdî û kurdistanî re , heta ji di hat , kar dikir daku têkiliyan bi partiyên kurdî re xurt bike .

Îro dema em bîranîna 58 e mîn tînin bîra xwe , pêdiviye em rewşa welat bînin ber çavan , ya ku rojane aloztir dibe bi encama berdewamiya zincîra kuştinê û xirakirinê ya ku canê 250, 000 mirov destbire û nêzîkî nîvê nişteciyên sûrî tenaber û koçberkire kire çi di hindurê welat de û çi li welatên derdor , lewre di keve li ser milên hêzên niştimanî  ên hindur û derve rola xwe bileyzin di rawestîne vê xwînrijandinê  , û her weha li çareseriyên siyasî ji vê aloziyê re bigerin da ku tişta mayî ji sûriya bi parêze  .

Her weha ahingên bîranîna damezirandina partiyê tê di dema darxistina kongirê siyem ê encûmena niştimanî kurd li sûriya , ê ku em bi hêvîne bi biryarên pêwîst derkeve  ên ku daxwaz û hêviyên kurdan bi taybet û ên sûriya bi giştî bîne ziman .

Carek din em silavan li we dikin û sipasiya we dikin li ser beşdarbûna we bi mere di vê ahingê de .
her bimînin
Qamişlo 14.06.2015
polîtbîruya partiya dîmoqrat kurd li sûriya .

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...