Pîrozbahiya bi deng ya mamoste Hemîd Derwîş ji bo şaxê Ewropa di ahinga 58 saliya damezirandina PDPKS li Siwêsra

Share Button

3- الاستاذ

Îro di be 58 sal , partiya me pêkhat li sûriya di 14 hezîranê 1957 , bi nave partiya dîmoqratî pêşverû kurd li sûriya hat meydanê  , di vê helkeftê de ez ji hevalên xwe ên pêşî ên ku ev partî çêkirin di pêşiya wande d. Noredî û Cegerxwîn , Osman Sebrî ,Şêx Mehemed Îsa ,Şewket Henan, Mehemed Elî Xoce, Reşîd Hemo û Himze Newêran ,ji wan re hurmeta xwe pêşkêş dikim , serê xwe ji wanre di çimînim .Xebatek dûr û dirêj kirin , ev partî pêkanîn , ejî hevalek di nav wanda bûm , ji wan îro ez mame , hevalek din jî maye Xelîlê Hemed , em herdu pişt wan mane , em herdu pişûkê wan bûn , xuyaye qederê em hedu hiştine .

Di vê helkeftê de ez ji hevalên xwere di bêjim , hevalên partiya dîmoqratî pêşverû kurd li sûriya , hûn jî li ewropa parçak ji wan hevalane ,wan karîbûn xizmetek baş ji miletê xwe bikin , wan karîbûn medresek baş di nav kurdê sûriya de belkî di nav kurdên Kurdistanê de, bi rastî medresa welatperwerî paqij avavbikin , ev medrese ê bimîne di nav kurd de medresa yekem  – belkî ez nav lê bikim – ya çanda rastiyê , bi karê baş bi xebatek paqij di nav kurd de cihê xwe hişt , ez hêvî dikim ji hevalê xwe , hûn wê medresê bi parêzin , wê kultor û çandê pêşve bidin ,di rojên pêş de baştir pêşve bidin , ev partiya we , ê bibe çirak pêşiya xelkê kurd li sûriya , xelkê kurd ê bikin rêberên xwe  , bikin başmêrên xwe  , li ser pişta we dimîne hûn vê partiyê biparêzin û  ro bi ro xurtirbikin ,hevalê  ku heya mirin , ên ku di vê partiyê de xebitîn , siyasetek û çandek welatparêzî  bi xelkê  dan qebûlkirin , siyasetek rast û durist hişt xelkê sûriya li ser bimeşe ,ew çand , ew siyaset divê hûn biparêzin , divê hûn bihêlin partiya we bimîne çirak di pêşiya kurdê sûriyê ,çirak , rê ji wanre bidin nîşan dan , ez wa bawerim , ew hevalên me ên ku hûn îro li ewropa kêvxweşiyê bi roja partiya xwe dikin , ahingê dikin , hûn bi wî rihî bimînin , bê hîle û qulb , partiya me derew li kurdê sûriya nekir , riyên xerab nedan li ber wan , tevlî li ser heseabê partiya me bo , lê tim û tim hevalê me xwe dikirin qurban ji bo siyasetek rast , ji bo çandek welatperwerî  kurdî , ez dîsa berî ku ez gotina xwe temam bikim hêvî ji we dikim ,hûn bi xebitin , bihêlin xelkê kurd li kêleka webin , ne hûn bi tenêbin , partîzan bi tenê bin , belkî îro partiya we bi hezanran insan pişt wê hene , hezaran insan , hevalên rêxistkirî di nav partiya wede hene , hevalên me di cîvînên xwe de nîşan dan ku zêdeyî  7 hezar isan endamên partiya we li sûriya çêbuye , xeynî ên ji derva ,lê ew nebese heger xelk ne kêleka we be , , hûn bibin 50 hezar dîsa hûn kêm bimînin , divê xelk , cemawer , milet li kêleka we be , li paş we be , paşmêriya we bikin , hûn ji bo wê bi xebitin , ewjî nabe heger hûn siyasetek durist , siyasetek bê hîle , siyasetek bê menfeetperest , yan menfeeta partiya xwe tenê , hûn vê siyasetê naghin xelkê  , ê nedin dû we ,divê hûn ji xelkê kurd re bixebitin ne ji partiya xwere bixebitin ,xelkê kurd bikin armanc ji xwere , xizmeta wî bikin .

Berî ez temam bikim dîsa ez ji were di bêjim serê xwe çimînim ji wan hevalê gi wendabûne : Noredîn Zaza , Osman Sebrî ,Cegerxwîn ,Şewket Henan , Şêx Mehemed Îsa ,Himzê Newêran ,û din  ez ji wanre serê xwe çimînim û ji we re di bêjim , heger ew insanan , nakokî û nexweşî  kete nav wan , ne ji destê wan bû , dijminê kurd û êmnahiya sûrî xwestin wê partiyê , wê rêveberiyê ji hev bixin , lêdanek pîs lêxin , ji wê serektiyê , ji wê rêveberiyê di tirsiyan , hesabek mezin jê di kirin , zanîbûn ew rêveberî ê rojekî ,ê bê , ê bibe bela pêşiya emnahiya sûrî , tevlî wan nakokiyan , tevlî wan nexweşiyê ku di nav mede çêbûn ,giş cihê hurmetê ne , ez wek hevalek ê we serê xwe ji wanre çimînim û ez bi hêvîme hûn  şonmayên başbin di dewsa wande , 57 salya partiya we pîroz be li me gişa ,bijî her saxbin .

Hêjaye gotinê ev weke axaftinek deng ji aliyê mamoste Hemîd Derwîş sekretêrê giştî yê partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd Li sûriya hatibû şiyandin ji şaxê ewropa yê Partiyê re di ahinga 58 saliya damezirandina partiyê li Siwêsra

 

Ferhad Mîro

Desteya ragihandinê ya şaxê Ewropa Ya PDPK.S

14.06.2015

 

 

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...