Bi helkefta bîranîna duyem ji rizgarkirina bajarê Kobaniyê re Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bi qasî hejmarên teneyên zêtûnên Efrînê silavên xelkê Kurdaxê û germtirîn pîrozbahiyên xwe li gelê me yê xebatkar û li Kobaniya qehreman dike û hêvî ewe ku bîranîna duyem ji rizgarkirina vê herêma bêrdar û leheng re bibe bingeheke xurt ji xebata miletê me re û bi vîna miletê xwe em navenda biryara rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê ava bikin û em berdewam bin di tekoşîna xwe de da ku miletê me dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Silav li wan qehremanên ku çavên celadan şikandine
Silav li şervanên tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê re ewên ku her tişt erzan kirine ji bo rûmeta miletê kurd
Silav û hezar silav li pakrewanên Kobaniyê
Hezar silav li hemî pakrewanên tevgera Azadîxwaza Kurdistanê
Efrîn 28 / 1 / 2017
Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê