Komita Dervayê Welat ya Partiya Sosyalist a Kurdistanê, peyameka pîrozbayiyê şande Konferansa Dudo ya Şaxê Ewropayê a Partiya Dîmoqrata Pêşverûya Kurd li Suriyê û ragihand ku amade ye ji bona her cure hevkarî û bi hevra kar û xebatê. Peyama Komita Derveyê Welat a PSK bi vî awayî ye:
Ji Bo Şaxê Ewropa yê Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurd Li Sûriyê,
Hevalên hêja,
Gelek spas ji bona dawetnama we ya Konferansa we ya dudo.
Hevalên tekoşer,
Kongra we di zirufeka gelek hestyar da dicive. Alîkî va xebata hêzên demokrat yên Sûrî û gelê Kurd, alîkîva êrişa dij-mîrovî ya rejîma BAAS û alîkîva jî hewla navnetewî ji bona çareser kirina kêşeyê Sûrî berdewam in. Îro yêkitî û berxwedana hêzên welatparêzên Kurd û xebata dîplomasiya Kurdan ji bona bi destxistina mafên netewî, çandî û civakiya Kurd li Kurdistana Sûriyê gelek girîng û pêwîst e.
Partiya me di destpêka xebata gelên Sûrî da piştgiriyê li vê xebatê kir û dike. Em hertim xwe alîkar û piştgirê xebata gelê Kurd li Kurdistanê Sûriye ne.
Hevalên xebatkar,
Em amade ne ligel partiya we, partiya dost û bira yên me yê dîrokî li dervayê welat jî, ji bona alîkariya xebata netewiya gelê Kurd li Sûriyê bi hevra kar bikin. Partiya me amade ye ligel we, ji bona nasandina xebata gelê Kurd li Kurdistana Rojava û peyda kirina dost û alikar, kar û xebatê bike.
Em bi hestên xwe yên dostî û biratiyê ve serketina Konferansa we dixwazin.
12 Xezîran 2013
Komita Dervayê Welat