peyama nûnerê partîya me li konfransê amedê

Share Button

timthumb

Li ser navê Partîya Demuqratî Pêşverû yê Kurd li sûrî, û li ser nave sekretêrê partîya me mamuste Hemîd Hacî Derwîş, silav û rêz cenabên sekreterên her şeş partîyan, beşdarvanên konferansê yên hêja.

Ev bû şêst sal ku partîya me xebata xwe ya sîyasî bi aştîyane dike, ji ber vê yekê jî em li dijî vî şerîne ku niha li bakurî kurdistanê diqewimê. Em bangewazî li PKK û li hikumeta AKP dikin ku vî şerî rawestînin , ev şer te`dê li ekonomiya istiqrara ya Turkiyê û ya bakurê kurdistanê dike. Te`de li piskolojiya insane û bi taybetî ya zarokan dike. Her weha te`dê li biratiya miletê Turk û Kurd dik.

Partîya me yekemîn partî bû ku piştgirî dikir li gavên ku AKP davêtin di warê sîyasî, di warê azadkirina xebata partîyên kurdan, di warê serbestkirina zimanê kurdî, vekirina TRT-6. AKP bû ya avahî pêvajoya aşitîyê dest pê kiribû. AKP bû ku silogana “Çiqwas kêfxweşe ewê bêjê ku ez Turkim“ ji Kolanan hilanî.

Lê iro AKP li gora dilê faşistan gavan davêje, iro berê xwe daye şer.

Em bangewazî ji birêzan serokwezîr A.Dawud oglo û ji serokomar Erdogan dikin ku vî şerî biseknînin. Her weha dîsa em bangewazîyê li PKK dikin ku vî şerî rawestînin.

Em her weha ji HDP dixwazin ku vegere xebata di hundirê perlemento de bixebitin ku nêrînin wan li ser kurdan biguherin û hêdî hêdî karibin bingehekê çêkin ji bo avakirina lobîyek kurdî di salin dihatû.

Em pîroz dibînin ev konferansa we di vê dema hesas de. Em hêvîdarin ku partîyên din û rewşenbîrên û rûsipîyên û esnafên û ciwanên kurdan tevlî vê xebata we bibin da ku bibê DENGÊ SISYAN li bakurî Kurdistanê , da ku cîhan û miletê Turkiyê bizanibin ku kurd ne tenê bi PKK an AKP re ne.

Spas ji bo vexwendina me ji bo vê konferansa we.

Varoj Têlo.

6/2/2016. Amed

12659575_857567201018377_1064702683_n

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...