li ser vexwendina komela Komkar berpirsiyarê şaxê Ewropa yê partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûrya Birûsk Necar û berpirsiyarê rêxistina Almaniya yê partiyê Ferhad Mîro bi hinek hevalên din re tevlî ahinga Newroza Kolin li Almaniya bûn bi amadebûna serokê Hak-Par mamoste Fehmî Demir û berpirsiyarên Komkar û PSK û her weha bi başdarbûna honermendê mezin Şivan Perwer û honermenda bi nav û deng Fatê û honermendên hêja Hozan û Sadat ew ahing bi stranên welatperweî û netewî geşbû .
Di ahingê de heval Birûsk Necar gotinek bi nave şaxê Ewropa yê partiyê xwend eve naverûka gotinê ye .
Heval û dostên hêja
Newroza we pîrozbe
Bi navê şaxê Ewropa yê Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriya newroza 2627 li we tevan pîrozdikim .
li seranserî rojhilata navîn tevgerek mezin heye ji bûna azadiyê , wesa diyare ku doza azadiyê û tekoşîna gelan jibo pêkanîna wê berdewame ji dema ku yekemîn civaka mirovahiyê li cîhanê hatî damezirandin heta vê serdemê , her weha dê berdewam bimîne bi hebûna hemû rengê zordariyê çi bi navên netewî , olî , hoz , mêrîtî …. .
xebata gelê Kurd di vî warîde pir dirêj bû , jibo azadiya xwe û avakirina welatek serbixwe û azad , her weha vîna gelê me dê na raweste heta berhêmê azadiyê bi dest xweve neyne , îro li Sûriya şoreşa wê jibo azadiyê û rûmetê derbasî sala xwe ya pêncê bû di encamde 215 hezar qurbanî pêşkîşî azadiyê kir ji bilî penaberkirina bihtirî 7 melyon mirov , bihtiriyên wan ji jin û zarokan pêktê . tevgera Kurdî li rojavayê Kurdistanêjî weke tevaya miletê Sûrî tevlî şoreşê bû çimkî berjewendiyên wî girêdaye bi Dîmoqrasiyê ve , ne bi rijîmên dictator ve .
Pêşverû weha dibîne ger em saziyên netewî û niştimanî ava nekin emê nikaribin berhemên baş bi dest xweve bînin , eva îro li rojavayê Kurdistanê tê kirin bi navên Kantonan , nabe bingeh ji daxwazên gelê kurd re li wî parçeyî , çimkî di tariyê de tê bi karanîn û hîç bingehên wê yên yasayî tuneye ji bilî lawaziya bingehên wê yên netewî û alavên parastinaê . erê îro Kobanê hat rêzgarkirin bi qehremaniya şervanên Kurd YPG û YPJ û bi alîkariya hêzên hevpeymana nevdewletî ya li dijî DAIŞ û piştevaniya hêzên Pêşmerge , lê pirs ewe çima Kobanê bi 380 gundên xweve di 24 çar demjimêran de ji dest çû ? em di bînin , ger siyasetek hevbeş heba bê guman alavên parastinê deha ê baştir be , gerek me dersek baş ji ezmûna Kobanê bigirta lê mixabin bi rêzgargirina Kobanê karê yek alî ji aliyê TEV-DEM ve bi deha tundtirbû , carek din em di pirsin çima em Kurd zû ji ser xwe diçin û kevlê me têra me nake û em ji kevlê xwe derdikevin ?, evjî rastiyeke pêdiviye em li ber çavan bigrin , ne tenê ezmûna Kobanê lê belê li Tiltemerêjî dehên gundan ji dest çûn di demek kurt de , bi dehan Aşûrî dîl hatin girtin bi destê DAIŞ ya terorîst , û li Heseke êvara Newrozê 2 peqînên mezin jiyana 50 Kurdî ji destbire û şehîdxistin ji bilî bihtirî sed kesî birîndar bûn . ev hemû mînakin dide nîşandan ku êmnahiya yek alî nabe bingehek xurt ji tenahiyê û aramiyê re li Kurdistana me .
Em li vê Newroza pîroz ji Almaniya bang li TEV-DEM dikin : dest ji berjewendiyên eydiyolojî û partîtî berdin , destê xwe bidin destê Encûmena Niştimanî Kurdî bê xapandin û leystokên Siyasî . têrê nake em bihevre rêkeftina li Kurdistana Başûr imzebikin û li Qamişlo wan imza bavêjin nav avê de û ava wan vexwin .
Heval û dostên hêja
Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiyên mezin daye , ne tenê rêxistina DAIŞ ya terorîst metirsiyê li ser me pêktîne lê belê Partiya Bas ya nejad perest û rijîma Dîktator li Şamê û hemû giropên oldarî ên tunderew lewra têrê nake ku em bêjin me rêveberiya xweserî avakir û her tişt temambû lê pêdiviye em agirê di bin terafê de baş li ber çavan bigrin .
Çarenivîsa gelê Kurd yeke li herçar parçeyên Kurdistanê , em hewcedarin Kongirek Netewî Kurdî ne , daku bi Stratîcîk bi xebitin û dev ji siyasetên Donkîşotî berdin .
Hezar silav ji şehîdên newrza 2627 li bajarê Heseke her wesa ji şehîdên tevaya Kurdistanê re
Rû reşî û mirin ji hêzên Olî yên terorîst li ser sere wan DAIŞ re û her wesa ji nejadperestên Ereb û Turk û Faris re
Bijî Kurd û Kurdistan
Şaxê Ewropa yê Partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûrya
22.03.2015