Sekreterê Pêşverû dibêje, ew heta niha çend caran bi berprisên Şamê re civiyane lê ji wan re xuya bûye ku hikûmet ji bo çareserkirina Pirsa Kurd li Sûriyê bê proje ye.
Sekreterê Partiya Pêşverû eşkere kir ku ew çend caran bi berprisên Şamê re civiyane û got: “Heya niha hikûmeta Sûriyê tu nerîn û projeyek ji bo çareserkirina pirsa Kurdî nîne.”
Di daxuyaniyeke taybet de, Sekreterê Partiya Demkorata Pêşverûya Kurd li Sûriyê, Hemîd Hecî Derwêş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku eger danûstandina Şamê bi hêz û aliyên Kurdî re destpê bike, ew dê berî her aliyekî din tevlî wan danûstandinan bibin û tu carî xwe nadin paş.
Hemîd Hecî Derwêş herwiha got, Rûsya dixwaze danûstandin di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û rayedarên Şamê de bimîne, jibo ku her du alî lihev bikin û bigihin biryarekê.
Sekreterê Partiya Pêşverû hikûmeta Sûriyê weke xwediyê biryarê li wî welatî bi nav kir û da xuyakirin, ew heta niha çend caran bi berpirsên hikûmeta Şamê re civiyane û got: “Heya niha hikûmeta Sûriyê tu nerîn û projeyek ji bo çareserkirina pirsa Kurdî nîne.”
Hemîd Hecî Derwêş destnîşan kir: “Divê Şam danûstandinê bi Kurdan re bike û tiştek li ber çavê wan hebe, yanî bibêje em heqê Kurd heq dibînin û em vî heqî dibînin ku bigihe milletê Kurd.”
Hemîd Hecî Derwêş wiha axivî: “Em çûn Şamê û bi xwediyê qirarê re da û stand, sê çar caran. Me ji wan xwest ku rayekê bidin li ser rewşa Sûriyê, ku çi dixwazin û çawan ew rewşa Sûriyê, ew kirîza Sûriyê dê çareser bibe, herwiha ew ji çareseriyekê ji pirsa Kurdî re dibînin. Mixabin me rayek (nêrînek) li cem wan nedît, rayekî wisa xuya ku projeyê bidin û bibêjin ew çareseriya me ye ji meseleya Sûrî re, ew çareseriye me ye ji bo Pirsa Kurdî, me li cem wan nedît.
Ez bawer nakin Rûs bibin asteng û bikevin navbera Sûriyê û PYDê û nehêlin ku bigihin encamekê. Rûs dixwazin li Sûriyê ew kar here serî (bigihe encamê) û ji bo vê yekê ez dibêjim dê bixwaze ku hikûmet û PYD jî bigihin lihevtêgihîştinekê.
Divê Şam danûstandinê bi Kurdan re bike û tiştek li ber çavê wan hebe, yanî bibêje em heqê Kurd heq dibînin û em vî heqî dibînin ku bigihe milletê Kurd. Ez nabêjim hêviya min tune ye, lê heya a niha ti proje di destê wan de nîne. Sibe projeyeke wan çê bibe û bi Kurd re bidin û bistînin, heqê Kurd nas bikin, pêşiya her Kurdî em dê bi wan re bidin û bistînin, em bi ti awayî xwe nadin paş.”
Rudaw